TTB ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir

TTB ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo muayenekirinê, daxwaza heyeteke serbixwe ya doktoran kiribû, Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ji bo Ocalan muayene bike serî li Wezareta Dadê da. 

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan piştî hevdîtina 1'ê Tîrmehê ya bi birayê xwe re diyar kiribû ku pirsgirêkên Ocalan yên tenduristiyê didomin û gotibû ku Ocalan heyetekî doktoran a serbixwe xwestibû. Piştî vê daxwazê bal vegeriyabûn ser rêxistinên civaka sivîl. Di vî warî de yekemîn hewldan ji Odeya Tabîbên Tirk (TTB) hat. 

Hate hînbûn ku li ser biryara Konseya Navendî ya TTB'ê, ji bo heyetek biçe Îmraliyê û Ocalan muayene bike, TTB'ê serî li Wezareta Dadê daye. Çav li rêye ku wezaret di nava çend rojan de bersiv bide serdana heyetê.