Tsîpras ji bo rêya hilbijartina pêşwext veke îstîfa kir

Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Tsîpras, ji bo rêya hilbijartina pêşwext veke îstîfa kir.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Tsîpras, ji bo rêya hilbijartina pêşwext veke îstîfa kir.

Tsîpras ê di televîzyonê de xîtabî gel kir got: “Ji bo avakirina hikûmeteke hê bihêztir ji bo îstîfaya xwe bidim, ez diçim gel serokkomar. Ji bo avakirina hikûmeteke hê bihêztir ez li benda piştgiriya we me.”

Piştî îstîfaya Tsîpras wê hikûmeta demkî bê avakirin. Tê payîn ku di hikûmeta demkî de serokwezîr, Seroka Dadgeha Bilind Vasîlîkî Thanû be. Eger ev pêk bê wê Thanû bibe yekemîn serokwezîra jin a Yewnanîstanê. Tê diyarkirin ku wê hilbijartina pêşwext 13 an jî 20’ê Îlonê pêk bê.