Tsîprast ê beşdarî rûniştina vê sibê ya parlamentoyê bû, dema ket salonê ji aliyê hinek parlamenteran ve bi çepikan hat pêşwazîkirin û hinekan jî protesto kir. Piştî ku gelê Yewnan krîterên aboriyê yên IMF û YE’yê da pêş, red kir şûnde, Tsîpras wê dîsa bi rayedarên YE’yê re li maseyê rûne. Tsîpras da zanîn ku di nava çend rojên pêş de wê Yewnanîstan pêşniyarên nû amade bike û wê berpirsyariya xwe ya li dijî Yewnanîstan û herêma Euro bînin cih.
Tsîpras bi vê kir ku Yewnanîstan berê veguherîbû laboratuara ‘teserûfê’ û got: “Ev cerebandin wekê ku me hemûyan jî qebûl kir, sekeftî nebû. Divê guh bidin encama ku ji referandumê derketiye.” Tsîpras kêfxweşiya xwe ya ji encama referandumê anî ziman.
DEMA YEWNANÎSTANÊ KURT E
Hikûmeta Yewnanîstanê ji referandumê encama ku dixwaze girtibe jî, hevdîtinên wan yên bi YE û IMF’ê re gelek zehmetin. Yewnanîstanê duh jî di mijara plana aboriya nû de pêşniyarek negot û heta roja pêncşemê dema wan heye. Di vê pêvajoyê de pêşniyarên bên kirin, wê di zîrveya lîderên YE’yê de bê nirxandin.
Di kulîsan de tê gotin ku YE û IMF ji lihevkirina bi Yewnanîstanê re dure û hesabên wekê wê vî welatî bi zirarek pir kêm ji herêma Euro derbixin.
Li Yewnanîstanê banka û borsa girtine. Tê gotin wê banka heta roja Duşemê girtî bin.