Tolhildana fîrarê ya li dijî girtiyên PKK'yî dewam dike

Tolhildana fîrarê ya li dijî girtiyên PKK'yî dewam dike

Li dû fîrara ji girtîgeha Çewlikê, pêla surgun, azar, îşkence û lêpirsînê ya li hemberî girtiyên ji doza PKK'ê naqede. Hat ragihandin, 12 girtiyên PKK'yî yên di 29'ê Îlona 2013'an de ji girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê sirgûnî girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê hatin girtin, di şert û mercên gelekî nebaş de tên ragirtin. Derket holê, ku bêyî eşyayên xwe bi xwe re bînin bi lez û bez hatine sirgûnkirin, li hewşa girtîgehê bi kamerayan her kêliyên tên şopandin û der heqê fîrarê de îfadeya wan hatiye girtin.

Parêzer Raziye Ozturk di 11'ê Mijdara 2013'an de çû serdana girtiyên ji doza PKK'ê yên sirgûnî girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê hatine kirin û agahî da ANF'ê. Ozturk da xuyakirin ku rêveberiya girtîgehê fîrara li girtîgeha Çewlikê ji xwe re kiriye hincet û bi awayekî rêk û pêk li dijî girtiyên ji doza PKK'ê polîtîkaya tolhildanê dimeşîne.

LÊÇÛNA KARGO JI BÊRÎKA GIRTIYAN

Parêzer Raziye Ozturk ragihand ku destûr ji 12 girtiyên PKK'yî yên ji girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê hatine sirgûnkirin nehatiye dayîn ku eşyayê xwe bi xwe re bîne û got, "Rêveberiya girtîgeha Çewlikê ku di dema sirgûnê de destûr neda girtî eşyayên xwe bi xwe re bibe, ji bo girtiyên der heqê wergirtina eşyayên xwe de daxwazname nivîsandine diyar kir ku ew dikarin bi rêya kargo bişînin, lê heqê kargo jî dê ji bêrîka girtiyan bê derxistin. Girtiyên ku li dijî vê derketin jî, bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) gelek daxwazname pêşkêş kirin, lê belê heta niha ji wan re bersiv nehatiye dayîn."

YAŞAR Ê SALEK BERÊ JI KOXÛŞÊ DERKET JÎ KET BER LÊPIRSÎNÊ

Ozturk da xuyakirin, ji 12 girtiyên ji doza PKK'ê yên surgunî girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê hatin kirin Firat Yaşar û Velî Kaynak  der heqê fîrarê de ketine ber lêpirsîna rêveberiya girtîgeha Çewlikê û destnîşan kir ku tevî hikumxwar Firat Yaşar salek beriya kolandina tunelê ji aliyê dozgerê înfazê yê Çewlikê bi xwe ji koxûşê hatiye derxistin jî bi îdîaya "zerar daye malê cemaweriyê" lêpirsîn hatiye destpêkirin û di rojên bihurî de li girtîgeha Tîpa F ya Çewlikê îfadeya wî hatiye wergirtin.

BIRADERÊ MEZIN NIHA LI HEWŞÊ YE

Ozturk diyar kir ku di şert û mercên tecrîdê yên li girtîgeha tîpa F de yekane cihê ku girtiyên siyasî lê dikarin bêhnê bistînin hewş e, lê belê li wê derê jî kamera hatine bicihkirin û got, "Girtiyên min pê re hevdîtin kir ragihandin ku li hewşê kamera hatine bicihkirin. Girtiyan diyar kirin ku ji bo rakirina kamerayên mijara gotinê wan gelek caran serî li Wezareta Edaletê dane, lê belê heta niha bersiv wernegirtine. Li cihê yekane yê bi hêsanî lê hilmekê distîne jî, tê şopandin."