Tirkiye piştgiriyeke xurt dide El Qaîde

Tirkiye piştgiriyeke xurt dide El Qaîde

Sê milîtanên El Qaîdeyê yên Tûnisî ku ji aliyê asayîşa Efrînê ya Rojava ve hatin girtin, der heqê têkiliya Tirkiye û El Qaîdeyê de agahiyên girîng dan. Milîtan, bi awayekî fermî ji ser Balafirgeha Ataturk a Stenbolê-Deriyê Cîlvegoz ê Antakyayê derbasî Sûriyê bûn û ji ekîbeke sûbayên Tirk piştgirî dîtin.

Heta niha bi gelek dokûman û delîlan re têkiliya Tirkiye û El Qaîdeyê derket holê, lê rayedarên fermî yên Tirkiyeyê heta niha ev qebûl nekirine. Pasaportên sê milîtanên El Qaîde yên Tûnisî ku berî hefteyekê ji aliyê asayîşa Efrînê ya Rojava ve hat girtin, vê têkiliyê piştrast dike. Tûnisî bi awayekî fermî ji Lîbayayê çûn Balafirgeha Ataturk a Stenbolê, ji wê derê çûn Antakyayê û ji Antakyayê jî bi awayekÎ fermî ji deriyê sînor ê Cîlvegozu derbasî Sûriyê bûn.

Li gorî agahiyên milîtanên El Qaîde yên Tûnisî dan, komeke bi navê Îman a ji sûbayên Tirkiyê pêk tê, çûyîn û hatinan plan dike û bi rêya wan, nexweşxaneyên li Tirkiyê tên amadekirin.

Têkiliya Tirkiyeyê bi El Qaîde û bi taybetî jî bi baskê wê yê Sûriyê Cephet El Nasra re heta niha gelek caran ket rojevê. Lê belê Tirkiyeyê her carê bi gotina "Em alîkariyê didin birayên xwe yên li Sûriyeyê" hewl da ser vê têkiliyê binixumîne. Sê ciwanên Tûnisî yên beriya hefteyekê ji aliyê asayîşa Efrînê ya Rojava de hat girtin, der heqê têkiliya Tirkiye bi El Qaîde yanî bi Cephet El Nasra re hin agahiyên berçav dan.

JI BÎNGAZÎ HETA SÛRIYEYÊ...

Yek ji van Tûnisiyan Essabî Mûsa diyar kir ku ew li  Bîngazî ya Lîbyayê rûdinişt, li wê de kesê bi navê Ebû Ziyad ew bi rêxistin kiriye ji bo bişîne Sûriyeyê û piştre ji ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûye. Mûsa yê 35 salî, çîroka xwe ya heta Sûriyeyê wiha parve kir: "Bi birayên xwe re ez li wir dixebitîm. Beriya niha El Qaîdeyê birayê min bi rêxistin kir û ew şand Sûriyeyê. Min, li wan kesên birayê min şand, geriya. Min yek ji wan dît, gotin navê wî Ebû Ziyad e. Got, eger tu dixwazî birayê xwe bibîne, divê tu tevlî El Qaîde bibe û biçe Sûriyeyê. Min qebûl kir û got, temam ez tevlî didibim. Di nava çend rojan de gotin bilêta min amade ye. Bilêta min ji bo Stenbolê kirîbûn. Bi balafirê yekser hatim Balafirgeha Ataturk a Stenbolê. Ji wê derê derbasî Antakyayê bûm û ji wir jî, ji Bab El Hava bi awayekî fermî derbasî Sûriyeyê bûm."

Mûsa diyar kir ku piştî ji Bab El Hava yanî deriyê sînor ê Cîlvegoz debasî Sûriyê bûye li herêma Tixarim a ser bi Îdlipê çûye kampeke El Qaîde, li wir 21 rojan perwerde dîtiye û dûre derbasî kampên cûda bûye û got, "Gava me perwerde didît, li kampê 120 kes hebû. Pirraniya wan ji Tûnisê bûn û hemû ji ser Tirkiyeyê beşdar bûbûn. Li kampa me ji bilî Tûnisî, Tirkiyeyî, Cezayîrî, Misrî jî hebûn. Hejmara van jî bi qasî ya me Tûnisiyan hebûn. Her weha ez gelek kesan nas dikim ku hatine şer kirine û piştre derbasî Tirkiyeyê bûne. Ev kes dest ji girtinê berdin, li Tirkiyê nehatine binçavkirin jî. Rojane me telefonî hev dikirin. Ji wê derê me birin Duveylê, Ermenez, Teftenez, Bînnîş û Dane yên ser bi Îdlibê. Li wê derê êdî tevlî kar bûm."

Mûsa da xuyakirin ku ew 8 meh in li Sûriyeyê ye û anî ziman ku piştî wî dîtiye şerê li Sûriyeyê ji bilî mirinê tiştekî nade mirovan, wî xwestiye bireve û biçe welatê xwe. Mûsa ragihand ku ji bo biçe welatê xwe ewê xeta ser Tirkiyeyê bi kar bîne û destnîşan kir ku Tirkiye teqez dizane ew ji bo tevlî El Qaîdeyê bibe hatiye.

TABÛRA SÛBAYÊN TIRK

Milîtanekî din ê El Qaîdeyê yê Tûnisî Nadir Elwassanî (1987) e ku ji aliyê Asayîşa Efrînê hat girtin. Nadir Elwassanî jî mîna Essabî Mûsa li Lîbyayê bi pasaportê tê rêxistinkirin û ji ser Balafirgeha Ataturk a Stenbolê derbasî Hatayê dibe ji wir jî ji deriyê sînor ê Cîlvegoz derbasî Sûriyeyê dibe. Nadir da xuyakirin ku ne gengaz e Tirkiye nizanibe ew ji bo tevlîbûna El Qaîdeyê hatine û got, "Ez jî li Lîbyayê bi rêxistin kirin. Bilêta min kirîn û şandin Stenbolê. Li Stenbolê kesekî Tûnisî yê bi navê Ebû Beşîr Tûnisî pêşwazî kir. Min ji balafirgehê girt û destpêkê birin otêlekê. Rojek piştre jî min şandin Hatayê."

Elwassanî diyar kir ku ji wir jî, ew birine cem endamên Cephet El Nasra û der heqê civata li kampê de ev agahiyên balkêş da: "Em ji Tirkiyeyê derbas bûn û hatin. Niha em ê dîsa ji ser Tirkiyeyê biçana malên xwe. Tirkiye baş bi vê dizanîbû. Ji ber ku li cihê em ketin hundir, endamên El Qaîdeyê em pêşwazî kirin. Wan me dişandin. Îstîxbarata Tirkiyeyê bi hêz e, ne gengaz e bi van nehesiyaye. Jixwe em ê ji ser Tirkiyeyê vegeriyana welatê xwe."

Elwassanî der heqê hebûn El Qaîde û Tirkiyeyê yên li nava Sûriyeyê de agahiyên girîng da. Elwassanî diyar kir ku li Sûriyeyê bi taybetî li nêzî Atma komeke bi navê Îman a ji sûbayên Tirk ku qet nehat niha navê wê nedihat zanîn heye û got, "Têkiliya me ya bi Tirkiyeyê re ji ser vê komê dihat kirin. Navê berpirsyarê vê komê Ebû Abdo Esseyef e. Bi rêya vê komê çek, cebilxane û erzak dihatin ji me re. Her wiha hevalên me yên di şer de birîndar dibûn, vê komê dibir nexweşxaneyên li Tirkiyeyê."

LI HER DU ALIYAN EL QAÎDE

Ciwanekî din ê Tûnisî yê hevalê Nadir, ku li Lîbyayê gava dixebitî ji aliyê El Qaîdeyê ve hat rêxistinkirin û ji ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bû, Yûsûf Ekkarî ye. Ekkarî piştî Yûsûf Nadîr bi deh rojan ji ser Balafirgeha Ataturk a Stenbolê derbasî Sûriyeyê dibe. Ekkarî got, "Min li Tûnisê zanîngeh dixwend. Jİ bo kar bikim çûm Lîbyayê. Ketim xefika van. Ji me re gotin Amerîkî, Elman û derdorên hwd. ketine Sûriyeyê û Sunniyan dikujin. Her wiha bi kanala televîzyonê propaganda vê kirin û me bi rêxistin kirin. Di nava demeke 15 rojan de bilêtek dan min jî û ez şandim Stenbolê. Ji wê derê hatim Hatayê. Kesekî bi navê Ebû Hasan min li balafirgehê pêşwazî kir û radestî Ebû El Amaryen kir. Wî jî ji deriyê sînor ê Cîlvegozu, ez derbasî Sûriyeyê kir. Ev kesê bi navê Ebû El Amareyn ê li gundekî li aliyê Tirkiyeyê rûdinê, bi awayekî zelal ji El Qaîde re dixebite û piştî min ji sînor derbas kir, radestî kesekî bi navê Ebû Ahmet kir. Wî jî ez bir kampê. Nêzî çar meh in li Sûriyeyê me. Lê belê min dît, ku tiştên ji bo me bi rêxistin bikin ji me re gotin, tu ji wan ne rast in. Min xwest birevim û biçim welatê xwe. Ez ê dîsa ji ser Tirkiyeyê derbas bibûma."

Vegotinên her sê ciwanên Tûnisî yên ji aliyê asayîşa Efrînê ve hatin girtin û mohrên fermî yên Tirkiyeyê yên li ser pasaporta wan, têkiliya Tirkiye û El Qaîdeyê bi awayekî zelal radixe ber çavan.