Tirkiye cezayê parkê yê ji 180 hezar kronî nade Swêdê
Li navenda bajarê Stockholmê dîtina cihê parkê ji bo wesayîtan gelekî zehmet e. Bê dîtin jî buhayê wê gelekî zêde ye.

Lê belê rayedarên sefaretxaneya bilind û konsolosê, li cihên qedexe wesayîtên xwe park dikin û cezayên pere yên li wan tên birîn jî nadin. Rojnameya rojane ya karsazan Dagens Industrî diyar kir ku di nava vê salê de bi qasî nîv mîlyon kron cezayê parkê li wezîfedarên sefaretxaneya bilind û konsolosan hatiye birîn.
Nayê zanîn ku ji vî cezayê hatiye birîn çiqas hatiye dayîn, lê belê sê welatên herî zêde ceza xwarine, kronek jî nedane.
TIRKIYE SERKÊŞIYÊ DIKE
Di nava welatên cezayê parkê nadin de Tirkiye serkêşiyê dike. Cezayê pere yê li Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê hatiye birîn 180 hezar kron e. Li dû Tirkiyeyê Azerbaycan bi 117 hezar kronî re di rêza duyemîn, Rûsya bi 110 hezar kronî re di rêza sêyemîn de cih digirin.
Ji bo wergirtina cezayê hatiye birîn, Daîreya Îcra tê şandin. Lê belê ji ber rayedarên sefaretxaneya bilind û konsolosiyê xwedî mafê destlênedanê ne, ev sazî jî nikare tiştekî bike. Û di dawiyê de jî ceza ji Wezareta Karên Derve ya Swêdê re tên şandin.