Til Koçer bû xwedî Asayîş

Til Koçer bû xwedî Asayîş

Piştî ku bajarê Til Koçerê ji komên çeteyan hate rizgar kirin û ewle bû, hêza Asayîşa bajêr hate ava kirin û di ketin û derketina bajêr de bendên kontrolê hatin çêkirin.

Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di roja 26'ê Cotmeha 2013’an de bajarê Til Koçer ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgar kirin, dest bi paqijkina bajêr ji mayin û teqemeniyan kirin. Komîteyên Xizmetê jî ji bo çêkirina Stasyona Elektrîkê ku ji aliyê çeteyan ve hatibû xirakirin dest bi xebatê kirin. Piştî van xebatan hêza Asayîşa bajarê Til Koçerê hate avakirin.

Hêzên Asyîşa dê bi armanca parastina aramî û ewlehiya welatiyan kar û xebatên xwe li bajêr birêve bibe. Endamên Asayîşa Til Koçerê li ketin û derketina bajêr bendên kontrolê çêkirin û parastina bajêr dikin.

Endamê hêzên Asayîşa Tilkoçerê Ekrem Kafê da zanîn û hêzên wan dê bi şev û roj parastina bajêr bikin.

Çav li rê ye ku di rojên pêş de welatiyên bajarê Til Koçerê vegerin malên xwe.

Hêzên YPG’ê di çarçoveya “Operasyona Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa” û hemleya azadkirina bajarê Til Koçer ku di 23’yê Cotmehê de hatibû destpêkirin de, Til Koçer ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgar kiribûn.