TGB'yî êrişî konê BDP'ê kirin
TGB'yî êrişî konê BDP'ê kirin
TGB'yî êrişî konê BDP'ê kirin
Li Parqa Gezî ya Taksîmê, TGB'yî êrişî konê BDP'yiyan kirin û ciwanek bi kêrê birîndar kirin.
Komek ji endamên Yekitiya Ciwanan a Tirkiyê (TGB) bi hinceta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK û PKK'ê êriş birin ser konê BDP'ê. Di êrişê de ciwanekî Kurd ê bi navê Edîp Merîç bi kêrê ji lingê xwe birîndar bû. Merîç rakirin Nexweşxaneya Gazî Toplûm û piştî dirûtina lingê wî, ji nexweşxaneyê derket.
Li ser êrişa TGB'yî bi hezaran welatî li ber konê BDP'ê li hev kom bûn û TGB'yî şermezar kirin. Hêzên çepgir û sosyalîst û BDP'yiyan dest bi TGB'yiyan werdan û ew ji qadê derxistin.
Piştî ku TGB'yî ji qadê hatin derxistin, BDP'yî vegeriyan konê xwe bi hezaran welatiyan li vir govend gerandin.