Tevgera leşkerî zêde dibe

Tevgera leşkerî zêde dibe

Li herêmên Qendîl, Xakurkê, Garê, Zap, Heftanîn, Gabar û Metîna, balafirên şer ên Tirk di nava tevgerê de bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku balafirên şer ên Tirk, di 11'ê Mijdarê saet di navbera 11:00 û 11:45'an de li ser herêmên Qendîl, Xakurkê, Garê û Metîna firiyan. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li herêma Zapê saet di navbera 10:30 û 12:00 de, li ser xeta sînor saet di navbera 10:30 û 10:45'an de, li herêma Gabarê saet di navbera 18:00 û 19:00 de, balafirên şer di nav tevgerê de bûn. Her wiha di 12'ê Mijdarê saet di navbera 02:20 û 03:30 de jî li herêma Garê, balafirên şer geriyan."

HPG'ê diyar kir ku tevgera balafirên keşfê jî bê navber dewam kirine û ev agahî da: "Ev 3 roj in, balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker li ser herêma Gabarê digerin. Her wiha di 11'ê Mijdarê saet di navbera 06:00 û 20:00 de li herêma Zapê, saet di navbera 07:00 û 19:00 de li ser xeta sînor a Heftanînê balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC, geriyane û keşif kirine."

LI BOTANÊ TEVGERA HEWAYÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê der barê tevgera hewayî ya artêşa Tirk a li herêma Botanê de jî ev agahî da: "Di sibeya 11'ê Mijdarê de li qadên Çiyayê Fila, Besta Hincê û Besta Bilûzerê yên herêma Bestayê, helîkopterên bi tîpa Skorsky ên artêşa TC a dagirker, ji bo keşfê di nav tevgerê de bûn. Her wiha artêşa TC hejmarek ji leşkeran veguhastiye vê herêmê. Ji êvara 11'ê Mijdarê heta sibeha 12'ê Mijdarê (îro) balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker, li herêmê di nav tevgerê de bûn.

Ji sibeha 11'ê Mijdarê heta danê nîvro, li ser navçeya Şirnex Elkê, helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa TC geriyan û bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov, artêşa TC li ser pirên li herêmê kemînan datîne."