Tevgera balefirên keşfê û balefirên şer berdewame

Tevgera balefirên keşfê û balefirên şer berdewame

Balefirên şer yên dewleta Tirk îro siharê di navbera saet 11.00 û 11.50’an de herêmên girêdayî Parastina Medya weke Zap, Zagros û Metîna nizim firiyan. Balefirên bê mirov jî li ser herêmê nizim firiyan.

Navenda Çapemenî û Ragehandinê ya Hêzên Parastina Gel (NÇR-HPG) ragehand ku îro di navbera saet 11.00 û 11.50’an de li ser herêmên Zap, Zagros û Metîna firiyane. Di daxuyaniya NÇR a HPG’ê de wiha hate gotin.

“Di roja 14’ê Mijdarê de saet 05.00 û 05.30’an de balefirên artêşa dewleta Tirk li ser Herêmên me yên Parastina Medya li ser herêma Metîna, di navbera saet 11.00 û 11.50’an de li ser herêmên Zap û Zagros nizim firiyane. Her wiha di du rojên dawî de balefirên keşifê şî di naverên diyar de li ser herêman difirin.

Di roja 13’ê Mijdarê di navbera saet 07.00 û 12.30 li ser herêma Qendîlê ya ku girêdayî Herêmên me yên Parastina Medya, di navbera saet 10.00 û 18.00’an de û di roja 14’ê Mijdarê de di navbera saet 01.00 û 12.00’an de li ser herêma Xakûrkê ku girêdayî Herêmên me yê Parastina Medya ye balefirên keşifê yên dewleta Tirk li ser hev keşif pêk anîne.”