Tevgera Asûrî navenda xwe ya yekemîn li Dêrikê vekir
Tevgera Asûrî navenda xwe ya yekemîn li Dêrikê vekir
Tevgera Asûrî navenda xwe ya yekemîn li Dêrikê vekir
Tevgera Asûrî ya Demokratîk navenda xwe ya yekemîn li bajarê Dêrîkê vekir. Piştî vekirinê nûnerên gelek partî û tevgerên siyasî çûn serdana navendê.
Tevgera Asûrî ya Demokratîk ku ji bo mafên welatiyên Asûrî yên Rojavayê Kurdistanê û Suriyê têkoşînê dide, navenda xwe ya yekemîn li bajarê Dêrikê vekir. Piştî vekirinê nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk, partiyên siyasî yên girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û gelek rêxistinên din çûn serdana navendê û pîroz kirin.
Endamê Tevgera Asûrî ya Demokratîk Mesût Ebdulehed, diyar kir ku cara yekemîn e li nav û amblema wan li ser avahiyekê tê daliqandin û got ku ev navend wê xebatên siyasî bimeşîne, bi pêkhateyên din ên Suriyê re dîplomasiyê bide meşandin û her wiha xebatên çandî û civakî bimeşîne. Ebdulehed, anî ziman ku tevgera wan dê ji hemû pêkhateyên Dêrikê komîteyekê ava bike û dê ev komîte ji bo jiyana hevbeş û wekhev kar bike.
Ebdulehed, piştgirî da pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û azadiya Ocalan xwest.