TEV-DEM: Êrîşa Tirkiyê û ambargo plankirî ne
TEV-DEM: Êrîşa Tirkiyê û ambargo plankirî ne
TEV-DEM: Êrîşa Tirkiyê û ambargo plankirî ne
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşa Artêşa Tirk li dijî gundê Mele Xelîl û ambargoya ser Efrîn li dijî destkeftiyên gelê kurd bi awayekî plankirî pêk hatiye. TEV-DEM'ê destnîşan kir ku êrîşên çapemeniyê jî bi piştevaniya Partiya Dîmokratî kurdî li Sûriyê (Ebdulhekîm Beşar) û Azadî (Mistefa Cuma) bi armanca rewakirina êrîşên Efrînê pêk tên.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku cara yekem ji temenê şoreşa Sûriyê ye ku yekîneyên artêşa Tirk derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin û bi panzêran êrîşî gundê Mele Xelîl a navçeya Cindêris a Efrîn dikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva êrîşê da û di encamê de pevçûn derdora 2 saetan dom kir û wiha hate got:᾿̓Tiştên bal kêş ew in ku artêşa Tirkiyê hemû riyên qaçaxçî ku bazirgan bikar tanîn û welatî têre derbasî bakurê Kurdistanê dibûn girtin. Ev yek planên dorpêçkirina Efrîn ku li dijî destkeftiyên gelê kurd pêk tên eşkere dike, her wiha nîşana dide ku Tirkiyê komên çet ên Artêşa Azad ku êrîşî Efrîn dikin û gelê wê dorpêç dikin, destek dike.᾿̓
Di berdewama daxuyaniyê de Desteya Rêveber a TEV-DEM᾿ê da zanîn ku êrîşên dijî Serêkaniyê, Ebû Rasên, Til Temir, taxên kurdan li Helebê û niha herêma Efrîn ne tesadf in û wiha got: ᾿̓ Êrîşên Yekîniyên Artêşa Tirkiyê ser xaka rojavayê Kurdistanê dide nîşan ku Tirkiyê van koman bi awayekî rasteqîne destek dike.᾿̓ TEV-DEM᾿ê bang li hêzên navnetewî kir da ku helwesta xwe bi awayekî fermî derbarê mudaxeleya yekîneyên Artêşa Tirkiyê di xaka rojavayê Kurdistanê de nîşan bi de.
Di daxuyaniyê de hate gotin: ᾿̓Dema êrîş û amabargoya dijî Efrîn pêk tê, Partiyên wek Demokratî Kurdî li Sûriyê (Ebdulhekîm Beşar) û Azadî (Mistefa Cuma) ji ser saziyên çapemeniyê ên nêzî xwe êrîşî nirxên gelê me dikin, dorpêçkirina Efrîn ji aliyê komên çete ve bi bajarên Nibul û Zehrai ve girêdidin, bi vê yekê dixwazin êrîş û dorpêşkirina Efrîn ji komên çet re rew bikin. Dibêjin ku ambargoya li ser Efrîn du alî pêk hatiye. ji vê yekê dixwazin êrîş û embargoya ser Efrînê ji aliyê Komên çete rewa bikin. Êrîşên ser gundên Mereskê û Kefer Mezê, bi bajarên Nubul û Zehrai ku 20 kîlometeî dûrî van kurdana girêdidin. Ev ji rastiyê dûr e. bi vê yêkê dixwazin hiceta derbarê êrîşên xwe yên ser gelê kurd û YPG᾿ê li vê herêmê nîşan bidin. Ev êrîşên li ser çapemeniyê xeter û dê bandorê li Yekîtiya kurdan û helwesta kurdî bike. ᾿̓ Di daxuyaniyê de hate diyrekirin ku herêmên kudî di çemrbera komên çete û rêberên wan Tirkiyê ye de ne, ne wek ku bi navdikinê ambargoya 2 aliye û daxuyanî wiha dom kir:᾿̓ Di vê demê de îhtiyacê me, bi helwestek yekbûyî li dijî van êrîşan heye, herêmên me di çembera komên çete û rêberên wan tirkiyê ye.Pêwîstiye gelê kurd ji her demê zadetir bi yekîtiyê heye.᾿̓
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana gelê kurd li Efrîn û piştgirtiya wan ji şervanên YPG᾿ê re hate silav kir in û wiha pê de çû:᾿̓Em bejna xwe ji Şehîdên berxwedana Efrînê ditewînin û banga me ji bo hemû gelê Kurdistan û cîhanê da ku piştgirtiya berxwedanan Efrînê bi hemû hêza xwe bikin.᾿̓