TEV-DEM'ê li dijî lîstikan hişyarî da
TEV-DEM'ê li dijî lîstikan hişyarî da
TEV-DEM'ê li dijî lîstikan hişyarî da
Komîteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şewitandina avahiya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê ya li Kobanê şermezar kir û gel hişyar kir ku li dijî lîstikên derve û hundir hişyar bin.
Desteya Rêveber a TEV-DEM᾿ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demeke ku pêdiviya gelê kurd bi yekîtiyê heye de, hêzên derve li hinek herêmên kurdî êrîş û provokasyonan pêk tînin, hin hêzên siyasî yên dijberiya mafê gelê kurd ê li rojavayê Kurdistanê dikin jî hewl didin ku di nava gel de tevlihevî û fitneyê derxînin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên dijber bi nav û dirûşmeyên cûda êrîşî destkeftiyên gelê kurd dikin û dixwazin ji derve mudaxeleya Rojava bê kirin.
Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku komên çekdar jî dixwazin ji nakokiyên di navbera partiyên kurd de sûd werbigirin û bi vê armancê li Rojava buroyên partiyên siyasî û navendên saziyan dişewitînin, herî dawiyê jî şevê din li Kobanê avahiya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê şewitandine.
Di daxuyaniya ku bûyera şewitandinê hate şermezarkirin de, bang li hêzên asayîşê hate kirin ku lêpirsînê bidin destpêkirin, nasnameya kesên êrîş pêk anîne aşkera bikin û wan radestî dadgeha gel bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê kurd hate kirin ku li dijî lîstok û planan haydar bin, ji bo parastina herêmê hişyar bin û ev tişt hatin gotin: “Pêdiviya me ji ba û avê zêdetir bi aştiya navxweyî heye, ji ber vê yekê pêwîste her kes bi rihê berpirsyariyê tevbigerin û alîkariya hêzên ewlekariyê bikin da ku rastiya bûyerê aşkera bikin.᾿̓