Tesîseke nû ya nukleerî ya Îranê hat kifşkirin

Tesîseke nû ya nukleerî ya Îranê hat kifşkirin

Rêxistina mûxalîf a Îranî ya li sirgunê Mucahîtên Gel da xuyakirin ku Îran projeya xwe ya nukleerî "bi dizî" dimeşîne û de heqê tesîseke nû de agahî da.

Di daxuyaniya Konseya Netewî ya Berxwedana Îranê (CNRI) de, ku ev rêxistin weke parçeyekî Mucahîtên Gel tê naskirin, der heqê cih, dema avabûnê, qonaxa heyî û sekêşê vê tesîsê de agahî da.

CNRI got, "Tesîs, navendeke nû ya ji bo kar û barên nukleerî ye. Navê projeyê 'Maadan-e Şark' (Madena Rojhilat) ango 'Projeya Kosar' e. Ev tesîs li nêzî bajarê Damavand di binê çiyê de, di nava hin tunelan de cih digire."

CNRI da xuyakirin ku asta yekemîn a tesîsê di sala 2006'an de destpe kiriye û beriya demeke kin bi dawî bûye û ragihand ku ev asta yekemîn ji tunelên hatine kolandin, li qada hundurîn çêkirina çar depoyan, qad û rêyên tesîsê, pêk tê.

CNRI diyar kir ku kargeha "Iman Gostaran Muhit" vê projeyê dişopîne û unîteyên nukleerî, biyolojîk û kîmyewî kontrol dike. CNRI got, "Mudurê Giştî yê Iman Gostaran Muhît, yek ji navê sereke yê bernameya nukleerî ya Îranê Muhsen Fakrizade ye."

Hêjayî gotinê ye Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî gelek caran xwestibû bi Muhsen Fakrizade re hevdîtinê bike, lê pêk nehatibû.

Li gorî agahiyên CNRI, asta duyemîn a vê tesîsê di demeke kurt de destpê kiriye û di vê astê de jî wê 30 tunel û 30 tunel bên çêkirin.

CNRI da xuyakirin ku ew van agahiyan ji bo betalkirin an rawestandina projeya hilberîna çeka nukleerî ya rejîma Îranê parve nakin, ew dixwazin Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî biçe serdana van tesîsên mijara gotinê.