Tengezariya di navbera AAS û El Qaîde de mezin dibe

Tengezariya di navbera AAS û El Qaîde de mezin dibe

Tengezariya navbera Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) û El Qaîde de, ku bi kuştina yek ji fermandarê AAS Kemal Hamamî ji aliyê milîtanên El Qaîde ve destpê kir, dewam dike. AAS dixwaze kujerên Hamamî radestî wan bên kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP, komên Îslamî yên ji milîtanên derveyî Sûriyê pêk tên û Artêşa Azad a Sûriyê li hemberî hev "şûrê xwe kişandine."  Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, xebatên koma ser bi El Qaîde ya bi navê dewleta Îslamî ya Rojhilat û Iraqê, êdî ji aliyê AAS ve nayê qebûlkirin. Yek ji berdevkên AAS Lûayî Moqadad ragihand ku divê kujerên Hamamî radestî wan bên kirin.

Yek ji endamên AAS Ebû Ahmed diyar kir ku Kemal Hamamî yê bi navê kod El Basir, li nuqteyeke kontrolê ya komên Dewleta Îslamî nîqaş dikir û li dijî pêkanînên wan ên li Sûriyê derdiket. Ahmed anî ziman ku Hamamî ji aliyê yek ji berpirsyarên rêxistina Dewleta Îslamî Ebû Ayman ve hatiye kuştin û beriya wî bikujin jê re gotine "Ti eleqeya we bi Îslamê re tineye."

Dewleta Îslmaî ya Rojhilat û Iraqê ya ser bi El Qaîdeyê, beriya niha jî di şer de bi AAS re hatibûn pêşberî hev. Li gorî Saziya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye, çend roj berê komeke El Qaîdeyî ya ser bi Dewleta Îslamî, serê fermandarekî AAS jê kiriye û qirika birayê wî jî jêkirin. Hatibû ragihandin ku di şerekî navbera van herdu koman ên li nezî Îdlibê de bi dehan endamên AAS hatibûn kuştin.

"JI BER KU NERM Û LI DIJÎ PÊKANÎNÊN EL QAÎDE BÛ, HAT KUŞTIN"

Dîsa li gorî nûçeya AFP'ê ya dispêre endamên AAS, Kemal Hamamî ji be nerm û li dijî hebûna milîtanên ji derveyî Sûriyê derdiket, ji aliyê alîgirên El Qaîdeyê ve hatiye kuştin.

Di nûçeyê de tê ragihandin ku Hamamî alîgirê avabûna Sûriyeke demokratîk bû û dixwest, milîtanên Îslamî yên ji derve hatine, piştî şer welêt biterikîne.

LI HEMBERÎ KURDAN JÎ ŞER KIRIN

Dewleta Îslamî ya Iraqê, ev çend mehin li herêmên di destê mûxalîfên Sûriyê de ne, otorîteya xwe ferz dike. Koma ku dest danî ser Eniya El Nûsra, li herêmên "rizgarkirî" qanûnên tund ên şerîatê bicih tînin. Leşkerên bi karên ne li rêtiyê tewambar dikin wan dikujin û alîgirên rejîma Esad jî parçe parçe dikin. Ev dîmenên cezakirina bi rêbazên hovane, herî dawî li ser înternetê belav bûbûn.