Têkoşîna li dijî Boko Haram wê bi pir alî were meşandin

Li dijî çeteyen Boko Haram ku bi komkujiyên li Nîjerya û welatên cîran dike tê naskirin, wê têkoşînek pir alî were meşandin. Di civîna bilind a li ser mijarê de biryar hat dayîn alîkariya leşkerî, însanî û pêşveçûnê bê zêdekirin.

Duyemîn civîna bilind a ji bo têkoşîna li dijî çeteyên Boko Haram, li paytexta Nîjerya Abûja pêk hat. Di civînê de Serokdewletên Nîjerya, Kamerûn, Çad, Nîjer, Senegal, Gabon, Togo, Benîn, Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande û wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê amade bûn.

Françoîs Hollande di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir, di encama têkoşîna heta roja îro lihemberî Boko Haram hat meşandin de, ji aliyê leşkerî ve ev rêxistin hatiye qelskirin û beşek ji axa dagir kiribû hatiye rizgarkirin. Hollande li dijî Boko Haram ku weke 'rêxistina herî dest bi xwîn a sala 2015'an' pênase kir, xwest destek ji artêşên dewletên herêmê re bê dayîn û işaret bi desteka DYA, Yekîtiya Ewropa û hêzên din ên navneteweyî kir.

Serokdewletê Nîjeryayê Mûhammadû Bûharî ku malovaniyê ji civîna bilind re dike û îdîa kir, ku ji bo sedemên 'firsenda belavbûna terorîzmê' ji holê bên rakirin, pêwîstî bi alîkariyek zêdeyî 1 mîlyar dolarî heye.

Li aliyê din, tê plankirin ku ji Nîjerya, Kamerûn, Çad û Nîjerê yên li dijî Boko Haram têdikoşin, di nava 3 salên pêş de bi 1,7 mîlyar euroyî alîkariya însanî û pêşveçûnê bê kirin. Beşek ji van alîkariyan wê ji hêza leşkerî ya hevpar a welatên herêmê ya li hemberî Boko Haram têdikoşe FMM re bê dayîn.

Çeteyên Boko Haram ên ji sala 2009'an û vir ve êrîş dikin, ji mirina hêrî kêm 20 hezar mirovî berpirsyar tênd îtin.