Teker: Em di civînan de bandora Ocalan dibînin

Teker: Em di civînan de bandora Ocalan dibînin

Komîsyona Aqilmendan a “Rojhilatê Anatolyayê” ango beşek ji Bakûrê Kurdistanê civîna xwe ya yekemîn li Meletî û ya duyemîn jî li Xarpêtê li dar xist. Komîsyon bi nunerên kom, saziyên sivîl û gel re civiya û nêzîkatiya wan a li hemberî pêvajoya çareseriyê hîn bûn. Ji endamên vê komîsyonê Zubeyde Teker diyar kir ku di civînan de dixuyê ku Ocalan ji aliyê beşeke mezin ve bi awayeke ciddî tê şopandin . Teker destnîşan kir ku zimanê Erdogan û nêzîkatiyên CHP û MHP’ê jî tên rexnekirin û got: “Ji bo pêvajo venegere demê berê, ji hukûmetê li benda hewldanên qanûnî ne.”

Seroka Federasyona Komeleyên Xizmên Girtî û Hukûmxwariyan (TUHAD-FED) Zubeyde Teker, çavdêriyên xwe ji ANF’ê re vegot.

Teker destnîşan kir ku wê û kesên di komîsyonê de nû hev nas kirine û got: “Hinek ji wana ji ber xebatên ku berê kiribûn min nas dikir, lê me bi awayeke şexsî hev du nas nedikir. Me di civîna xwe de hesasiyet û nêzîkatiyên xwe yên li hemberî pêvajoyê ji hev re got.”

Teker diyar kir ku di civînan de li hemberî pêvajoyê heyecanek heye û ji hin pirsan aşkere dibe ku fikar jî hene.

DAXWAZ

Teker daxwazên ku di civînan de derdikevin pêş wiha rêz kir: “Daxwazên weke; makeqana sivîl, ewlekariya nasname û çandan, karanîna zimanê zikmakî di saziyên gelemperiyê de, efûya giştî, bihêzkirina azadiya ol û wijdanê, rakirina astengiyên li ser azadiya ramanê, rakirina sîstema cerdevaniyê, daxwazên vegera gunda... Her wiha gelek girîngiyê didin şert û mercên vekişînê; jixwe ger ev pêk neyê, fikarên ku dibêjin dê pêvajo vegere dema berê zêde dibin.  Jixwe tu kesek nabêje ‘bila pêş PKK vebikişe’. Dibêjin ji bo hêsanîkirina vê yekê divê dewlet pêngavan biavêje. Her wiha, daxwaza ji nû ve amadekirina komkujiya Roboskî, nasîna îtîbara mezinên Kurdan ên ku hatine qetilkirin, serbestberdana girtiyên siyasî, nasîna îtîbara gerîlayan, dayina tazmînatê, daxistina benda hilbijartinê û gelek daxwazên weke vana tênkirin.

Tekerê destnîşan kir ku gelek leşkerên malnişî (teqawit) beşdarî civînan dibin û gotinên nijadperestane dikin, lê kes guhdarî gotinên vana nake.

Teker da zanîn ku wana di civîna li Meletiyê de piraniya caran gotina “Pirsgirêk ne pirsgirêka Kurdan a bi Tirkan re ye, pirsgirêka Kurdan bi dewletê re ye” bihîstine. Teker got ku wana bi cerdevanan re jî hevdîtin kirine û got: “Her çendî fikara wan a bi awayê “ger pirsgirêk biqede em ê çi bikin’ hebe jî, lê desteê didin pêvajoyê.” Teker bal kişand ku fikarên Elewiyan ên li hemberî pêvajoyê tune ne, lê belê di serê wan de pirsnîşan hene.”

'ZIMANÊ ERDOGAN Û HELWESTA CHP Û MHP’Ê TÊ REXNEKIRIN’

Teker da zanîn ku di civînan de zimanê Erdogan û helwesta CHP û MHP’ê tên rexnekirin û got: “Li gorî wan girîng e ku Erdogan zimaneke berfireh bi kar bîne. Her wiha, carna hin hevalên di koma me de dema peyva ‘terorîzmê’ bi kar tînin, li rastî nerazîbûnan tên.”

'OCALAN JI ALIYÊ BEŞEK MEZIN VE BI AWAYEKE CIDDÎ TÊ ŞOPANDIN'

Teker bal kişand ser bandora banga Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û nêzîkatiya wî  û got: “Birêz Ocalan bi nêzîkatî û banga xwe bandoreke mezin afirandiye. Pişta ku di vê bangê de herî zêde bandorê kiriye zimanê wî û jidiliya wî ye. Baweriyê daye gelek aliyan. Ez dixwazim vê çavdêriya xwe jî parve bikim; Birêz Ocalan ji aliyê beşek mezin ve bi awayeke ciddî tê şopandin.”

Teker bal kişand ser aliyên Îlsmaî yên Kurd jî hesasiyetê nîşanî nasnameya Kurdan didin û girîngiyê didin daxwazên di vê mijarê de ku têne kirin. Teker got: “Ev mirov pir kêfxweş dike. Gelek pêkhateyên cûda, di xebatê de heman daxwazan hevpar dikin û ev yek pêşketineke girîng e. Her wiha partiya legal BDP di du pêvajoyan de nunertiyê kir û ev yek ji bo şkandina darazan bi bandor bû.”