Tê gotin di êrîşa rejîmê ya li Dûma de herî kêm 50 sivîl hatine qetilkirin

Di êrîşa li hemberî bajarekî nêzî paytexta Sûriye Şamê de, ku di destê mûxalîfan de ye, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di êrîşa li hemberî bajarekî nêzî paytexta Sûriye Şamê de, ku di destê mûxalîfan de ye, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ji mûxalîfan hatin wergirtin, li hemû Dûma ya 15 kîlometre li bakurrojhilatê Şamê hêzên rejîmê bi fuzeyan êrîş kirin û gelek avahiyên bi dehan malbat lê dijiyan, hilweşandine. Hat ragihandin ku piştî êrîşê ji binê xirbeyên avahiyan herî kêm 50 cesed hatine derxistin.

Rayedarên parastina sivîl ên ser bi mûxalîfan jî diyar kirin ku hînê li binê xirbeyan gelek cenaze hene. Rayedaran dan zanîn ku bi dehan kesên bi saxî ji binê xirbeyan hatine derxistin, rakirine nexweşxaneyên li herêmên bejahî.

Li Sûriyeyê ku ji sala 2011'an û vir ve şerê navxweyî lê heye, bajarên rojavayê Sûriyeyê û paytext Şam di bin kontrola rejîmê de ne. Bajarên Jarba, Neşebiye, Îrbîn û Dûma yên li rojhilat û bakurrojhilatê Şamê ne, di bin kontrola mûxalîfan de ne.