TBM: Qeymeqamê Licê îdiayên tîryakê derewand

TBM: Qeymeqamê Licê îdiayên tîryakê derewand

Heyeta Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) çû serdana gundê Hêzanê ya Lîcê û encama serdana ji raya giştî re aşkera kir. Li ser navê heyetê berdevkê demî yê TBM'ê Hakan Tahmaz axivî û diyar kir ku, qeymeqamê Lîcê gotiye çalakiya protestoyî ji bo şermezarkirina qereqolê hatiye lidarxistin. Tahmaz da zanîn ku li herêmê hîn leşker qaçaxgeriyê dikin.

Heyeta Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) ji bo bûyerên ku di 28'ê hezîranê de li gundê Hêzana Lîcê pêk hatibûn û di encamê de welatiyê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û 8 kes birîndar bûbûn lêkolîn bike, çû cihê bûyerê. Heyetê agahiyên ku bi dest xist li Salona Civînê ya Baroya Amedê bi daxuyaniya çapemeniyê parve kir. Berdevkê demî yê TBM'ê Hakan Tahmaz diyar kir ku ji ber bûyera Lîcê bandoreke neyînî li ser pêvajoyê kiriye û wiha got: "Di demeke ku hêzên çekdar yên PKK'ê vedikişin, di nav civakê de hêviyên ji bo çareseriyê zêde dibin de pêkhatina bûyereke bi vî rengî zirarê dide pêvajoya aştiyê." Tahmaz bi bîrxist ku li herêmê leşker û polîs qaçaxgeriyê dikin û ger malhebûna leşkeran bê lêkolînkirin dê ev rastî derkeve holê û wiha pê de çû: "Dema me ji walî pirsî eleqeya bûyeran bi tiryak û qaçaxgeriyê re heye an na, walî ji me re got ev îdia ne û xwedî agahiyên teqez nîn in. Dema me heman pirs ji qaymeqam pirsî bi zimanekî teqez got 'bûyer şermezarkirina qeroqolê ye'. Hemû kesên ku bi wan re hevdîtin hat kirin ev îdia derewandin û îdia kirin ku gelek hêzên ewlehiyê li herêmê qaçaxgeriyê dikin."

Hakan Tahmaz anî ziman ku dema girse belav bûye leşkeran gule li ser girseyê reşandine û nûçeyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin yên wekî di nav girseyê de kesên çekdar hebûne derew in û hemû kesî ev îdia derewandine.

'LI PIŞT VE HATINE GULEBARANKIRIN'

Tahmaz der barê agahiyên ku bi destxistine wiha axivî: "Balkêşe ku tu rayedarek ji bo sersaxiyê malbata Medenî Yildirim nagerin. Her wiha birîndar bi derfetên xwe ji bo tedawiyê tên Amedê, gelek birîndar bi fikara ewlehiyê naçin nexweşxaneyan û bi derfetên xwe tedawî dibin. Gelek birîndar li pişt ve hatine gulebarankirin û ev yek jî nîşan dide ku îdiaya êrîşî qereqolê kirine û mafê parastina rewa hatiye bi kar anîn derew in. Li berovajî vê yekê kesên ku ji qereqolê dûr dikevin rastî gulebaranê tên. Her wiha dema dozger delîlan li ber hev dike ji bilî hewşa qereqolê li cihên din rastî kalikê guleyê nehatiye dîtin, piştrast dike ku ev îdîa rast nîn in, di dema berhevkirina delîlan de hîn pirsgirêk hatine jiyîn û îhtîmal heye ku delîl bên veşartin." Tahmaz anî ziman ku gundî û keyayê gund qereqolê naxwazin û daxwaza wan ewe ku hewcedariyên wan yên wekî, ceyran, doktor, rê bên bi cih.

'DIVÊ PROJEYA ÇÊKIRINA QEREQOLAN RAWESTIN'

Tahmaz bilêv kir ku ji bo lêkolîneke baş bê kirin divê peywirdarên qereqolê ji peywirê bên girtin û wiha pê de çû: "Mijareke din ya balkêş ew e ku dozgeriyê der barê dosyayê biryara veşartî daye. Ji bo komkujiya Roboskê dayîna biryara veşartî gumanan zêde dike ku ev bûyer jî bi heman rengî bi encam bibe. Wekî Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê daxwaziya me ew e ku bûyera li gundê Hêzanê ronî bibe û bêtir zirarê nede pêvajoya aştiyê." Tahmaz xwest projeyên çêkirina qereqolan bên rawestandin.