Tan: Dê pêşeroj li ser nirxên hevpar yên gelan were avakirin

Tan: Dê pêşeroj li ser nirxên hevpar yên gelan were avakirin

Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan dide diyarkirin ku, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke her kesê bandorekî erênî li ser kesima Îslamî jî kir û got, li Rojhilata Navîn her çi projeyên siyasî yên ku Îslam û rastiya ol piştguh bike, şansê wê yê serkeftinê tuneye. Altan Tan balkişande ser ku, pevçûnên û şerên ku dema borî û di roja me ya îro de rû didin netenê di navbera gelan de çêbûne û got, weke ku Ocalan jî dayî diyarkirin, dê dîroka û çanda hevpar ya nirxên jiyana hevpar ya gelan ava bike.

Tan aşkera kir ku, pirsgirêkên li herêmê rû didin, tenê dê bi nirxên hevpar yên olî û çandî yên hemû gelan bên derbaz kirin û destnîşan kir ku, pêwîste destpêkê nirxên netewî û destkeftiyên gelê Kurd bêne berçavgirtin û wisan nêzî bûyera li Zanîngeha Dîcleye bibin. Tan anî ziman ku, zimanê binakok û tund yê berê zirar daye destkeftiyên gelê Kurd. Tan da diyarkirin ku, pêwîste Kurd bi bawerî û fikra xwe ya siyasî ji bo pêşerojekî hevpar bixebite.

Tan da zanîn ku, di vê demê de ew dê li ser kesên endamên Komîsyona Lêkolînê ya meclisê nîqaşan nekin û gotina “Eger hûn rolê Erol Taş bidin Cuneyt Arkin dê ew filim çênebe” anî bîra Serokwezîrê Tirk Erdogan. Tan têkildarî pêvajoyê daxuyaniyên girîng ji ANF’ê re nirxand.

NIRXÊN HEVPAR HEVGIRTINÊ ÇÊDIKE

Parlementerê Amedê Altan Tan destnîşan kir ku, di dîrokê de têkiliya van hemû gelan ne wekî têkiliyên evîndariya Leyla û Mecnûne, qasî rojên xweş, ew qas rojên xirab jî çêbûne û “demên Tirka li Kurda, Kurdan li Kurda û Ereban li Ereba xistî çêbûn.” Tan bilêv kir ku, di dirêjahiya dîrokê de tişta ku gel anî gel hev, nirxên wan yên hevpar bûne û got: “Dema ku behsa biratiya Îslamiyetê tê kirin jî nayê wê wateyê ku, em hemû Misilmanin, bila her kes dest ji mafê xwe berde, yan jî tu mafê gelên ku ne Misilmanin nîne, em vana bidin aliyekê.” Tan bi berdewam wiha got: “Tişta ku li vir behsa wê tê kirin demboriyekî hevpar û rojên xweşin. Gotinek meşûr ya Hz. Elî heye; ‘dema ku di navbera we û birayek we de neyartî çêbû, muxalefetek çêbû, rojên borî yên xwe yên we bi hev re derbaz kirî bînin bîra xwe. Ev dê dilê we nerim bike, dê çareseriyê aştiyê hêsanîtir bike.’ Ji Tunis, Misir û Lîbyayê bigirin heya Sûriye, Lubnan, Filistînê û heya Kurdistan û Tirkiyey ev wisane. Ne mumkune ku ji aliyê Kurdan ve dîrokekî 1400 sal ya dîroka Îslamê û yekgirtina çandî bê piştguh kirin.”

ŞER NETENÊ DI NAVBERA GELAN DE RÛ DIDIN

Altan Tan balkişand ku, sê şerên herî mezin yên li ser xaka Anadolûyê çêbûyîn di navbera padîşahên Tirk de rûdane û wiha vegot: “Di şerê Enqere yê di navbera Yildirim Beyazit û Tîmûrleng de, her du jî Tirkin û sunî ne. Vî şerî Anadolû hemû bixwînê boyax kir. Şerên Fatîh Sultan Mehmet û hikumdarê Akkoyunlu Uzun Hasan jî hemane, şerekî dişibe wan di navbera Yavûz Sultan Selîm yê sunî û Şah Îsmaîlê şiî de çêbû.

Wê demê şer ne tenê dinavbera gelan, oldan û mezheban de pêktê. Şer dinavbera heman gelan, olan û mezheban de jî pêk tê. Di salên derbazbûyî de pir rojen meyên bi êş û bi şer derbazbûne hene. Lê belê dîrokek meyî ku 1400 salan bi hev re jiyankirî jî heye. Wek nav malbatiyê, wek şerê dinavbera xwişk û bira, xwesî û bûkê ku çêdibe. Yanî di encamê de jiyanek hevpar û dîroke heye. Ya ku birêz Ocalan di Newrozê de behs kirî ev hevparbûne. Ez nabêjim ku hemû dîrok bi heskirinê derbazbûye tu pirsgirêk ne hatine jiyankirin. Ez nabêjim ku ewê ne Musilman be bila ji derve bimîne. Divê di dizayîn kirina rojhilatanavîn de Êzidî, Elewî û Suryanî jî şekil bigirin. Bi derbazbûyî yê re rojên xweş bînin bîra xwe û rojên nexweş di dîrokê de bên hiştin.”

ŞERÊ DI NAVBERA KURDAN BIXWEDE ZERERÊ DIDE DESTKEFTIYAN

Tan da zanîn ku, di pêvajoya ku niha kurd tê de dijî pêwîstî bi yekitiyê heye û nêzîkatiyên ji derveyî vê yekê zererê didin destkeftiyên gelê kurd. Hinek li ser vî agirî benzîn pêde bikin jî divê ku gelê kurd av bi ser şerê nav xweyî yê ku çêbûye bike û wiha pêde biçe: “ Di bûyera li zanîngeha Dîcleyê çêbû kêmasiyên herdû aliyan bû. Ger ku em tenê bêjin provakasyon bû pêk hat em tam nayê tahlîlkirin. Nîqaşa ku dinavbera ciwanan de çêbû di demek kûrt de vegeriya şer û ev şer destpêkê li zanîngehê belavbû pişt re derbazî nava bajêrbû. Ez diwê baweriyê de nînim ku ev şer bi plankiri, bi program û bi provakasyon pêk hatibe. Lê belê pişt re li ser vê yeke hesap hatin kirin û hinek hêzan pişt re xwestin bibin aliyekî din ya ku divê bûyerê de dive ser milê me ne kar anîna zimanê 1990’an de. Ger ku em zimanê beriya niha 20 salan bi kar bînin û aliyê hemer mejî zimanê 20 sal berê bikar bîne emê dîsa bizivirin beriya niha 20 salan. Em naxwazin vê yekê bikin. Bi taybetî vê yekê ne ji bo û Tirkiyeyê ne jî ji bo Kurdan tiştekê anîne. Niha divan rojan de pêwîstiya Kurdan bi yekitî û diyalogê heye. Ji ber ku firsetek pir mezin ji bo nasname, hebûna gelî û neteweyî ya gelê kurd e. Emê li Tirkiyeyê mafê xwe bigirin. Pêvajoya aştiyê wê pêk bê. Gelê kurd yê başûr bû xwedi statû. Gelê kurd yê li Suriyeyê jî bû xwediyê destkeftiyên herêmî. Dê di rojên pêşiya me de resmî bibe. Di pêvajoyek bivî awayîde pêwîstiya hemû kurdan ku bi yekitiyê heye û dema maf û hiqûqê jî hatiye li ber derge ger ku di derge de li hev bikevin dê felaketa kurdan çêbibe. Dibe ku hinek vê yekê bixwazin tahrîk û tevilhev bikin. Lê divê ku em li hemberî vê yekê bi aqilbin. Ger ku hinek li ser vî agirî benzin birijînin jî divê ku em av pê debikin.”             

PÊWÎSTE CIWANÊN KURD ŞIYAR BIN

Tan destnîşan kir ku, li hemberî destkeftiyên gelê Kurd pêwîste ciwanên Kurd hîn zêdetir şiyar bin û wiha berdewam kir: “Li Rojhilata Navîn rêya herî hêsanî vekolana çep, rast, îdeolojîk, marksîzm, sosyalîzm, mafên elewî suniyan û bi vî awayî li hev xistine. Li Rojhilata Navîn leyîstoka herî hêsanî eve. Rewşên li Iraq, Sûriye û Îranê evin. Ji ber vê çendê ciwanên Kurd yên Misilman yên oldar û ciwanên sosyalîstên çep ku ji PKK’ê hez dikin û hemû kesim jî pêwîste hesas bin. Û di vir de têkildarî hiqûqa netewî ya xwe, fikra wan çi be bila ew be, pêwîste hevgirtinekê derxînin holê. Kî dibe bila bibe, di tekoşîna nasnameyê de, di tekoşîna maf û hiqûqê de, di tekoşîna hebûna gelê Kurd de, mirovên ku ji fikrên cûda pêwîste daxwazên xwe bikin yek. Ev yekgirtin bibe ‘ez mafê xwe dixwazim’ û xilas.

Vê tiştê li ser Misilmanên Kurd ferz dikin, “ger hûn oldar bin, em olê we bidin we, dest ji Kurdiniya xwe berdin.” Ev leyîstokeke. Ol weke afyonê bikartînin. Pêwîste neyên vê leyîstokê. Heman tiştê ji ciwanê Kurd re dibêjin, ez nasnameyekê bidim te. Ger bêjin, “Ez nasnameyek sekuler, layîq, çep yan jî sosyalîst bidim te dest ji olê xwe berde” ev jî xeletiyek mezine. Misilmanên oldar ne ji olê xwe ne jî ji Kurdîniya xwe bernadin. Weke ku çawa kesekî sekuler difikire dest ji şêwazê jiyana sekuler ber nede.

Pêwîstiya vê demê ji her demê zêdetir bi yeketiyê heye. Li dijî van leyîstok û hîleyan pêwîstî bi yekperçebûnê heye.”

NABE ROLÊ EROL TAŞ BIDIN CUNEYT ARKIN

Têkildarî Komîsyona Lêkolînê ya li meclisê hate avakirin jî Tan ev tişt anîn ziman: “Em naxwazin li ser navan nîqaşekê bikin. Lê belê ez dixwazim vê bînim bîra Serokwezîr. Ger hûn rolê Erol Taş bidin Cuneyt Arkin, ew film nabe. Her çendî ku di vê pêvajoyê de neguncawe ku mirov li ser kesayetan polemîkan çêke jî, tu senarîstan dê rolê Erol Taş nedaba Cuneyt Arkin. Bila Birêz Erdogan hinekê li vê senaryoyê şiyar be.”