SZK'ê navenda xwe li gundê Sêgirê yê Dirbêsiyê vekir

SZK'ê navenda xwe li gundê Sêgirê yê Dirbêsiyê vekir

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya bajarê Dirbêsiyê navenda perwedeya zimanê Kurdî li gundê Sêgirê vekir.

Di çarçova xebatên perwerdeya zimanê Kurdî de Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Dirbêsiyê navenda perwedeya zimanê Kurdî li gundê Sêgirê vekir. Bi vê armancê merasîmek hate lidar xistin. Endamê SZK'ê Fehed Îd di merasîmê de derbarê girîngiya perwerdeya zimanê Kurdî de axivî. Di merasîmê de her wiha bawernameyên zimanê Kurdî li 50 şagirtan hatin belav kirin.

Merasîm bi helbestên helbestvan Ferhad Merdê û stranên Koma Zîlan bidawî bû.