Syrîza bernameya xwe ya reformê pêşkêşî YE kir
Hikûmeta Yewnanîstanê bernameya xwe ya nû ya reformê, beriya civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) pêşkêş kir.
Hikûmeta Yewnanîstanê bernameya xwe ya nû ya reformê, beriya civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) pêşkêş kir.
Hikûmeta Yewnanîstanê bernameya xwe ya nû ya reformê, beriya civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) pêşkêş kir.
Di nûçeya li malpera newpost.gr de, hin detayên bernameya reformê ya hikûmeta Syrîza hatin dayîn. Li gorî vê yekê baca nirxê lêzêdebûyî yê li sektora otelkariyê wê ji sedî 6,5'an derkeve ji sedî 13,5. YE û IMF dixwaze ev rêje ji sedî 23 be.
Pêkanîna baca nirxê lêzêdebûyî yê li derveyî girava Gîrît li giravên din bi cih tê anîn, wê heta dawiya sala 2016'an gav bi gav ji holê were rakirin. Ji keştiyê luks û hawizên li deryayê, wê baceke nû were stendin. Her wiha wê dawî li derfetên zêde yên ji bo şîrketên li deryayê aktîf in, were anîn.
Di çarçoveya reformê de wê tedbîrên li hemberî qaçaxçitiya malê bazirganî û bacê, bên şidandin. Teqawîtbûyîna zû, wê ji holê bê rakirin. Her wiha zema zêde ya ji teqawîtên xwedî maeşê kêm re tê dayîn, heta sala 2020'an ji meriyetê were rakirin.
Hikûmet Syrîza di berdêla vê bernameya reformê de dixwaze, bêyî tevkariyeke IMF'ê, ji fona fînansê ya bi navê Mekanîzmaya Stabîlîte ya Ewropa (ESM) destek jê re were dayîn. Hikûmet israr dike ku ji nû ve sererastirina deynan di ser ESM de bê kirin.
Tê payîn ku biryara dawî ya li ser deynên Yewnanîstanê, di civîna bilind a YE ya roja Yekşemê de were wergirtin. Gelê Yewnan di referandûma roja Yekşemê de ji polîtîkayên şidandina kemberê yên YE û IMF re gotibû 'na'.