Suryaniyên Tirbespiyê jî azadiya Ocalan xwestin
Suryaniyên Tirbespiyê jî azadiya Ocalan xwestin
Suryaniyên Tirbespiyê jî azadiya Ocalan xwestin
Kampaniya berhevkirina imzeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li bajarê Tirbespiyê berdewam dike, di vê çarçoveyê de komîta amadekar serî li navendên Suryaniyan yên bajêr da.
Li bajarê Tirbespiyê Kampaniya berhevkirina imzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan serî li navenda Partiya Yekîtiya Suryaniyan ya bajêr da. Endamên partiyê, jin, mêr û ciwanan imzeyên xwe dan, hinan ji wan nav û imzeya xwe bi zimanê Suryanî nivîsîn.
Endamê Ciwanên Suryanî, Malik, diyar kir ku ew alîgirên dozên mafdar in û ji bo azadiya Ocalan ew jî dengê xwe tevlî dengê hemû azadîxazan dikin. Malik wiha berdewam kir: "Em navê serokê azad û demokrat li Ocalan dikin ji ber ku wî wateyeke nû daye azadî û demokrasiyê."
Endama Partiya Yekîtiya Suryaniyan Şamîran, diyar kir ku Ocalan ne tenê azadiya gelê Kurd dixwaze, her wiha azadiya hemû gelên herêmê dixwaze, wî bi ramanên xwe biratî û azadiya gelan pêşxistiye. Şamîran sipasiya komîteya kampanyayê kir.
Komîteyên kampanya berhevkirina imzeyan li Tirbespiyê derbasî nav taxên bajêr dibe û ji hemû pêkhateyên bajêr gelek kes tevlî kampaniyayê bûn.