Statuya ekonomîk-polîtîk a Başûrê Kurdistanê li Moskowayê hat nirxandin
Statuya ekonomîk-polîtîk a Başûrê Kurdistanê li Moskowayê hat nirxandin
Statuya ekonomîk-polîtîk a Başûrê Kurdistanê li Moskowayê hat nirxandin
Li Moskovayê ji hêla nûnertiya PDK'ê ve civîna maseya gilover hat li darxistin. Civîna bi mijara statuya nû ya polîtîk-ekonomî ya Başûrê Kurdistanê, li avahiya Riya Novostî hat li darxistin.
Li Moskovayê civînek bi mijara statuya nû ya polîtîk-ekonomî ya Başûrê Kurdistanê hat li darxistin. Civîna ku ji hêla nûnertiya PDK'ê ve hat li darxistin, rewşa dawî a Başûrê Kurdistanê, perspektîfên pêşeroja heremê û her wiha tekiliyên rêvebirên heremê bi welat û rêvebirên heremên din re hatin nîqaşkirin. Di civînê de nûnere PDK'ê yê li Federasyona Rusya Xoşavî Babakir, Serokê organizasyona Berbang a Kurdên li Kazakîstanê Kinyaz Mirzoyev, Serokê Înstutiya Rojhilata Navîn Vitaliy Naumkin, Serkarê Navenda Siyaseta Gel a Rusya Fedor Şelov, cigirê serokê organîzasyona hevkariya gelên Asya û Afrîqa Kim Koşev wek axaftvan amadebûn.