SPD li hemberî Merkel namzetekî nabîne

Partiya Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel CDU, li pêşberî partiya rastgir a populîst AfD her kêm dike. Ji hewldanên hevparê koalîsyonê SPD ên ji bo alternatîfa Merkel derxîne holê, bê encam dimîne.

SPD ketiye nava wê rewşê ku li hemberî Merkel nikare namzetekî bibîne.

Di hilbijartinên giştî yên federal ên Îlona 2017'an de çav li rê ye namzeta partiyên yekîtiya xirisityan CDU û CSU careke din Angela Merkel be. Tevî ku heta niha Merkel bi rengekî zelal namzetiya xwe eşkere nekiriye jî, di vî warî de namzeteke/î din ê derdikeve pêş nîne.

Hevparê desthilatdariyê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) piştî têkçûna giran a hilbijartinên 2009-2013'an dixwaze gaveke xurt bavêje. Lê belê anket vê gavê piştrast nakin. SPD a ku di hilbijartinên 2013'an de li dora ji sedî 26 ê dengan stand, li gorî naketên dawî dengên wê di navbera rêjeya ji sedî 19 û 23 de ye. CDU-CSU yên ku di hilbijartinên 2013'an de bi rêjeya ji sedî 42'an serketineke mezin bi dest xistin, li gorî anketan rêjeya dengên wan di asta ji sedî 30-33'an de ye.

NAMZETÊN LI DERVEYÎ SÎGMAR GABRÎEL TÊN NÎQAŞKIRIN

SPD ku di salên dawî de hejmara endamên wê bi qasî nîvî kêm bû û 445 hezar kêm kir, ji bo xwe ji nava vê rewşa nebaş a li nava partiyê rizgar bike hewl dide li hemberî Merkel namzetekî xurt derxîne, lê ev hewldanên wê bi ser nakevin. Tê gotin, di konferansa partiyê ya dawiya hefteyê de ti ji namzetên Serokê Giştî Sîgmar Gabrîel ji bo serokwezaretiyê pêşniyar kir, dildar nînin.

Navên Serokwezîrê Hambûrgê Olaf Scholz, Wezîrê Karên Derve û namzetê serokwezaretiyê yê hilbijartinên 2009'an Frank-Walter Steînmeîer, Wezîrê Xebatê Andrea Nahles û Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz tên bilêvkirin.

Wezîrê Karên Derve Steînmeîer di hilbijartinên 2009'an de rêjeya herî nebaş a ji sala 1949'an a dengan, ku ji sedî 23 wergirtibû, bi dest xistibû. Lewma tê gotin, wê careke din şens ji Steînmeîer re neyê dayîn. Steînmeîer gelek caran ji bo namzetiya serokwezaretiyê navê Sîgmar Gabrîel bilêv kiribû.

Andrea Nahles û Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz di vê der barê de hînê ti daxuyanî nedane. Serokatiya Schûlz a demeke dirêj li Parlamenta Ewropayê, weke rewşeke erênî di vî warî de tê hesabkirin. Her wiha tê gotin, Schûlz wê desteka partiyê ya eyaleta Nordrheîn-Westfanel ku yek ji pênc parên welêt e, bigire.

Lîdera CDU Angela Merkel ji sala 2005'an û vir ve wezîfeya Serokwezaretiyê dimeşîne.