Şoreşger û Hunermend Alî Temel îro bi bernameyekê tê bibîranîn
Şoreşger û Hunermend Alî Temel îro bi bernameyekê tê bibîranîn
Şoreşger û Hunermend Alî Temel îro bi bernameyekê tê bibîranîn
Şoreşger û Hunermendê Kurd ê navdar Alî Temel ku bi helbestên xwe yên Zîndana Amedê tê nasîn, di 18’emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê Navenda Çand û Hûner a Dîcle û Firatê wê îro li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn bê bibîranîn.
Şoreşger û Hunermendê Kurd Alî Temel ku helbestên wî di gelek stran û koman de bûne deng û awaz wê ji aliyê Navenda Çand û Huner a Dîcle Firat ve îro saet 17.00’an li Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn bê bîbiranîn. Dê birayê Alî Temel, Faysal Temel, birayê Hozan Serhed Arîf Alpdogan û gelek hunermendên hevalên wî beşdarî biranînê bibin.
Hunermendê Kurd ê navdar ku di sala 1981’an de ligel pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistan Mazlûm Dogan, Alî Çiçek, Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş li dijî êşkenceya giran bi berxwedana xwe tên naskirin; di Zîndana Amedê de ma û gelek helbest nivîsandin. Alî Temel, ku di zarokatiya xwe te tevlî PKK’ê bû di 13’ê Tîrmeha 1994’an de li çoltera Şemrexê ya Mêrdînê di şerekî de ji bo bi saxî neyê girtin bombeya xwe bi xwe de teqand û jiyana xwe ji dest da.
ALÎ TEMEL KÎ YE?
Di ser şehadeta Alî Temel ê ku wehşeta Girtîgeha Amedê bi helbest û stranên xwe yên efsûnî vegot 18 sal derbas bû. Alî Temel li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayik bû. Di zarokatiya xwe de hunerê gelekî bala wî kişand. Ji ber şert û mercên wê demê hunera şoreşê tercîh dike û xwe di 1981'an de li Girtîgeha Amedê de dibîne. Temel dibe hevalê berxwedêrên wek Alî Çîçek, Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş û Akîf Yilmaz. Temel li girtîgehê komeke ava dike û bi skeçan bersivê dide êşkenceyên ku têne kirin û di bin şertên herî giran de jî bi rûyê xwe yê biken ji aliyê hevalên xwe ve gelekî dihat hezkirin.
Di êşkenceyê de milê Temel hat şikandin. Piştî tu Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jiyana xwe ji dest dan helbesta xwe ya bi navê "Amed" nivîsand. Temel bi Ferhat Kurtay re di qawîşa 33'yan de ma û bû şahidê çalakiya Kurtay. Li girtîgehê ji gore û texteyan amûrên muzîkê çêkir û stran got. Piştî ku di 1990'an de hate berdan bi Koma Çiya re albuma "Rozerîn" derxist. Li gelek deveran konser da û derket ser dikê. Di rojnameya Ozgur Gundemê de rûpela çand û hunerê çêkir. Piştre jî bi hevsera xwe re tevlî nav refên PKK'ê bû. Temel piştî salake di 13'ê Tîrmeha 1994'an de li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê di şerekî de ji bo bi saxî nekeve destê hêzên dewleta Tirk bombeya xwe bi xwe de diteqîne.
Helbesta şoreşger û hunermendê Kurd a li ser Zîndana Amedê wiha ye:
AMED
Ji ber vê xemla te
Ji ber vê xweşikbûna te
Gelek dil şewitîn
Li ser bejn û bala te
Ji hesreta te
Kulîlkan şaxdan
Di nava dilan
Bi hêsran avdan
Ji bo ku şerm nebe
Dawerivandin dilên xwe
Dilopên hêsirên çavên xwe
Dagirtin bi evîna te
Dinuhurand çiya yê
Li ser evîna me
Li ser şewata dilê me
Ji kezeba şewitî dinuhurand
Surra bayê wê
Pêl bi pêl
Hembêz bi hembêz
Diket nava zîndan
Li qiraxa çemê te
Gelek çûn sêdarê
Ji hesreta çavên te
Berê xwe dane gorê
Şêst sal derbas bû
Payiz û zivistan
Havîn û Bihar
Ji bîr nebû Şêx Saîd
Em ketin dewsê
Em ketin zincîrê
Ne bi sedan
Ne bi hezaran
Xweşikbûna te
Bûye bela serê te
Tu kesî nabînî
Li himberî xweşikbûna xwe
Ma te Mazlûm nedît
Di heyştê û dudu ya
Li sih û pêncan
Li qatê çaran
Di şeva reş û tarî
Di Newroz a Med î
Xwe daliqand
Bi hesnê zingarî
Tu nabê kanî
Ferhat ê devlikan
Eşref ê dilbirîn
Mahmûd ê çavreş
Ù Necmiyê dilgeş
Ewana jî
Di heyştê û duduyan
Li sih û sisiyan
Di nav êgirda
Qerejdax bûne hembêz
Hestiyên wan
Canê wan
Fikrê serê wan
Ji ber evina te
Pev keliyan
Çima tu napirsî
Li Kemal ê çavreş
Xeyri yê dil zelal
Akîf ê bêmal
Ù Elî yê dilmertal
AMED !
Ewana jî
Di heyştê û diduyan
Li sih û şeşan
Li katê yekê,
Li katê diduyan
Li katê sisêyan
Ù li katê çaran
Hêdî hêdî
Gav bi gav
Roj bi roj
Bi çepik û dîlan
Bi dîlok û halan
Ber bi te hatin
AMED !
Dest dane hev
Dil dane ser hev
Dijmartin roj û şev
Pêncî û heft
Pêncî û neh
Şêst duddudu
Ù şêst û pênc roja meşiyan
Cemal û Orhan bû
Ên dabû pê wan
Çil û neh rojan
Meşiyan
Li nexweşxanê
Ji te re bû ne qurban
Dîsa ber bi te hatin
Bi ben û xeniqandin
Bi kotek û lêdan
Bi dilxweşî û bi mêranî
Necmedînê bira bû
Gelek ciwan û merd bû
Bi kotek û lêdan
Lê kar nebû
Kanî, Yilmaz û Remzî
Xortên serkeftî
Zarokên wî welatî
Şehîdên gelê Med î
Ameeeeeeeeeeed... Amed!
Em tu carî ji te naqerin
Em te ji kesî re nakin yar
Xort tev ketine dorê
Sed bi sed
Hezar bi hezar
Qefle bi qefle
Wê îlam xwe bigêhînin te
Dest bavêjin gulikên te
Wê te bikin bûka welatê xwe
Tê bibî yara xortan
Tê bibî dayika zarokan
Me sond xwariye
AMED!
Tê bibî bûka MEDYA…