SOHR: DAIŞ'ê li Sûriyeyê herî kêm 2 hezar 154 kes îdam kir
Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê yên di Hezîrana par de qaşo 'xîlafet' îlan kir, li Sûriyeyê li derveyî pevçûnan zêdeyî 2 hezar kes îdam kirine.
Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê yên di Hezîrana par de qaşo 'xîlafet' îlan kir, li Sûriyeyê li derveyî pevçûnan zêdeyî 2 hezar kes îdam kirine.
Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê yên di Hezîrana par de qaşo 'xîlafet' îlan kir, li Sûriyeyê li derveyî pevçûnan zêdeyî 2 hezar kes îdam kirine. Piraniya mirovên hatin qetilkirin sivîl in û tê gotin ku hejmara rastîn ji vê gelekî zêdetir e.
Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hat weşandin, çeteyên DAIŞ'ê di nava 10 mehên dawî de herî kêm 2 hear 154 kes îdam kirine. Zêdeyî nîvê mirvoên bi rêbazên hovane hatin îdamkirin, sivîl in.
Li gorî vê yekê, ji înfazên çeteyên DAIŞ'ê ya herî hov li rojhilatê welêt li hemberî eşîra Şaytatê hat kirin ku 930 kes îdam kirin. Her wiha ji endamên DAIŞ'ê yên nexwestin şer bikin 126 hatine înfazkirin. DAIŞ'ê 137 endamên çeteya El Nûsra îdam kir. Hejmara sivîlên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine îdamkirin 1.362 e.
Li gorî daneyên SOHR, DAIŞ'ê ev mirovên îdamkirin bi giranî bi rêbazên hovane yên weke gulereşandin, recm, serjêkirinê qetil kiriye.
Hat ragihandin ku ev hejmara îdaman li derveyî înfazên li nava pevçûnane û tê gotin ku hejmara rastîn ji vê gelekî zêdetir e.
Li gorî daxuyaniya SOHR, aqûbeta bi dehan Kurdên piştî êrîşa dagirkirinê ya li hemberî Kobanê winda bûn, hînê nayê zanîn.