Şivanê ku cerdevanan lê xistibû xeteriya jiyana wî didome
Şivanê ku cerdevanan lê xistibû xeteriya jiyana wî didome
Şivanê ku cerdevanan lê xistibû xeteriya jiyana wî didome
Li Hêzanê sercerdevan û cerdevanên din, li Abdulhekîm Ozel ê 22 salî ku li gundê wan şivantî dikir xistin û anîn ber mirinê. Şivanê ku rakirine nexweşxaneyê niha di beşa lezgîn de têkoşîna jiyanê dide.
Li heremê dawî li sûcên cerdevanan nayê. Li gundê Kêxîs ya navçeya Hêzana Bedlîsê, hate îdiakirin ku ciwanê bi navê Abdulhekîm Ozel ê 22 salî ku li heman gundî şivantiyê dike, rastî tundiya sercerdevan û cerdevanên gund hatiye. Ciwanê ku piştî lêdana cerdevanan hatiye ber mirinê niha di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dursun Odabaşi di beşa lezgînî de têkoşîna jiyanê dide.
Bavê Ozel, Elî Ozel diyar kir ku kurê wî li Gundê Kêxîsê şivantî dikir û ji ber pirsgirêka çêrgehê (Mera) vê bûyerê rû daye. Ozel aşkera kir ku, şivanek din ê li gund şivantiyê dike bi rêya telefonê agahiya bûyerê daye wî, li ser vê yekê jî ew çiye gund û got ku cerdevanan ji wan re gotiye, "Hûn terorîstin" û êrîş birine wî. Ozel destnîşan kir ku pêşiyê wî kurê xwe biriye Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û ji wir jî ew sewqî Wanê kirine. Ozel her wiha ragihand ku ji ber lêdanê xwîn ketiye ser mejiyê kurê wî û kurê wî niha di beşa lezgîn de li ber mirinê ye.