Hat ragihandin ku êrîşa hewayî ya di 26'ê Adarê de li dijî Hûsiyên Şîa yên li Yemenê hatibû destpêkirin, hatiye sekinandin. Daxuyaniya ji aliyê Erebîstana Siûdî ve hat dayîn, li Îranê bi erênî hat pêşwazîkirin.
Hat ragihandin ku operasyonên hewayî yên bi lîderiya Erebîstana Siûdî li dijî Yemenê dihat lidarxistin, hatiye sekinandin. Li gorî nûçeya televîzyona El Arabiye, operasyonên hewayî ku di vê çarçoveyê de heta roja îro bi qasî 2 hezar sortî hatin kirin, hatine bi dawî kirin û operasyoneke nû ya bi navê 'Restoring Hope' (Sererastkirina Hêviyê' hatiye destpêkirin.
Di fermana ku duh Qralê Erebîstana Siûdî da artêşê de hatibû xwestin, ku yekîneyên bejahî bên amadekirin. Wezîrê Parastinê bi ragihandibû ku li Mûxafizên Neteweyî yên ji 75 hezar leşker û 25 hezar şervanên eşîrê pêk tê, banga bicihanîna wezîfeyê hatiye kirin.
Rawestandina êrîşên hewayî li Îranê jî bi erênî hat pêşwazîkirin. Îranê diyar kir ku sekinandina êrîşên hewayî ji bo 'çareseriya polîtîk a şerê li welêt, gaveke ber bi pêş ve ye'.
Pevçûnên di navbera Hûsiyên Şîa ku zêdeyî 45 ê nifûsa welêt e û yekîneyên hikûmetê yên ser bi Serokdewlet Mansûr El Hadî di meha Sibatê de piştî ku Hadî xwe li bajarê Adenê girt, gihaştibû qonaxeke nû. Ji ber pêşveçûna Hûsiyan ber bi Adenê ve, El Hadî xwe li Erebîstana Siûdî girt û di 26'ê Adarê de êrîşên hewayî yên Koalîsyona Ereb destpê kiribûn.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî di pevçûnên navbera 19'ê Adarê-17'ê Nîsanê de 944 şervan û sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 3 hezar 500 birîndar bûn û bi deh hezaran kes ji cih û warên xwe bûn.