Sîstema KCK'ê guherî

Sîstema KCK'ê guherî

Di 9. Civata Giştî ya Kongra Gel de, li gel biryarên girîng sîstema KCK'ê hat guhertin.

Di pêvajoyeke ku li Kurdistan û herêmê pêşketinên girîng diqewimin de, Kongra Gel 9. Civat xwe ya Giştî li hev civand û polîtîkayên xwe yên ji bo dema nû destnîşan kir.

9. Civata Giştî bi şiyara "Avakirina Jiyana Azad û Netewa Demokratîk" pêk hat. Kongre yadî yek ji danezrînerên PKK'ê Sakînce Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîj) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) yên li Parîsê hatin qetilkirin, hat kirin. Kongre di roja salvegera çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) de pêk hat. 

DI SÎSTEMA NÛ YA KCK'Ê DE 2 NAVGÎNÊN NÛ

Yek ji mijarên herî zêde di 9. Civata Giştî de li ser hat rawstîn, kêmasî û tengaviyên pêşxistina sîstema Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bû. Di encama rexnekirin û rexnedayinê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û sîstem hîn bi hêz xwe birêxistin bike, navgîna Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê hat avakirin. Biryar hat dayîn, ev navgîna Konseya Serokatiya Giştî jî bi Hevserokatiyê bê rêvebirin.

NETEWBÛNA DEMOKRATÎK Û AVAKIRINA XWESERIYÊ

Di civata giştî de biryar hat dayîn li her qada jiyanê, akademî, komun, kooperatîf û meclîsên gel ku lingên bingehîn ên sîstema KCK'ê de bên avakirin û li ser bingeha konfederalîzma demokratîk de, netewbûna demokratîk û xweseriya demokratîk li nava gel bê avakirin. Ji bo vê jî hin rêzebiryar hatin stendin. Di civata giştî de hat pejirandin ku li gel hewldanên astengkirinê yên AKP'ê jî pêvajoya çareseriya demokratîk dewam bê meşandin.

LI DIJÎ KAPÎTALÎZMA GLOBAL, KURD HÊZA DEMOKRASIYA GLOBAL E

Di civaka giştî de, şerên navweyî yên di sala 2011'an de li Tûnisê destpê kir li Misr, Bahreyn, Yemen, Lîbya û herî dawî li Sûriyê deng vedan û veguherîn têkoşîna civakî, encamên wan ên siyasî û civakî, bandora wan ali ser Kurdistan û welatên herêmê hatin nirxandin. Di kongreyê de hat ragihandin, ku xeta sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo demokrasî û azadiya gelan avakiriye, di vê demê de alternatîfa yekane ya ji bo gelan e. Li ser vê bingehê, gelê Kurd li dijî kapîtalîzma global, hêza pêşeng a demokrasiya global e. Bi taybetî, xeta Kurdên li Rojavayê Kurdistanê nîşan daye ku çiqasî rast e û serketina vê xetê baştir hatiye fêmkirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wê ji demokratîkbûyîna Sûriye û Rojhilata Navîn re bibe mînak.

JI DEKLARASYONA NEWROZÊ RE PIŞTGIRIYA XURT

Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de kir û bûyerên piştre qewimîn, yek ji mijarên sereke yên gotûbêjên li civata giştî bûn. Hat destnîşankirin ku di qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê de divê hukûmet û dewlet gavan biavêjin û hat ragihandin, ku di vê mijarê de AKP ti gav neavêtiye, berovacî qereqolên nû û bendav çê kirine, hejmara cerdevanan zêde kiriye û derfet ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re neafirandiye ku bi derve re têkeve nava têkiliyê. Di kongreyê de hat ragihand ku ev rewş hebû fikarên li ser pêvajoyê zêde dikin û eger ji niha û pê ve gav ji herdu aliyan ve neyê avêtin, wê pêvajo bixetime û berpisyarê vê jî wê AKP be.

TEVÎ ASTENGIYÊN AKP'Ê JÎ, BIRYARDARIYA DI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE

Civata Giştî, pêvajoya "Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk" erê kir û biryar da vê pêvajoyê bibe serketinê. Di kongreyê de hat ragihandin ku ji bo serketina pêvajoyê weke Rêberî, Gel û Tevgera wê hemû berpirsyariyên xwe bicih aniye û hat destnîşankirin ku li gel hemû astengiyên AKP'ê jî wê hewl bidin pêvajoyê bibin serî. Civata Giştî ev yek weke nêzîkatiyeke stratejîk pejirand û destnîşan kir ku li gel amadekariyên şer ên hukûmeta AKP'ê ew ji her rewşê re amade ne têbikoşin.

‘PLANA ŞARK ISLAHAT, DOKÛMANA QIRKIRINÊ YE’

Di Civata Giştî de bal hat kişandin ser helwesta AKP'ê ku di bin navê çareseriyê de zimanê entegrasyonê bikar tîne û "Plana Şark Islahat" a di sala 1925'an de hat amadekirin weke "Dokûmana Qirkirina Netewî" û 15'ê Sibata sala 1925'an jî weke roja Qirkirina Kurdan hat qebûlkirin. Li dijî asîmîlasyona çandî, ji bo pêşvebirina çand û zimanê Kurdî hin rêzebiryar hatin stendin.

HPG YA MEZINBÛYÎ, GARANTIYA PÊVAJOYÊ YE

Di 9. Civata Giştî de hat ragihandin ku ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn firsendeke dîrokî tê jiyîn û bal kişand ser mezinbûna xeterî û êrîşên li Roajva û her çar aliyên Kurdistnê. Civata Giştî da xuyakirin ku ewlekariya gelê Kurd sedema hebûna HPG'ê ye û hat destnîşankirin ku heta li hemû parçeyên Kurdistanê ewlekariya netewî pêk were û azadî mayînde bibe, weke hêzên parastina rewa HPG wê xwe xurtir bike.

Di Civata Giştî de hat gotin, "HPG wê xwe mezin bike û bi sekna xwe ya xurt, pêvajoyê bişopîne û ji bo serketina pêvajoyê xwe ji her rewşê re amade bike."

"EM LI GEL ŞOREŞA ROJAVA NE"

Yek ji biryarên girîng ên di Civata Giştî de hatin wergirtin, di her şert û mercî de destekkirian xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê ye. Hat destnîşankirin ku bi vê yekê re wê şoreşa Rojava bibe hêza pêşeng ji bo demokratîkbûyîna Sûriyê û Rojhilata Navîn.


‘KCK SÎSTEMA HEMÛ BAWERÎ Û GELAN E’

Hat ragihandin ku têkoşîna KCK'ê û ya Rêberê wê, ne tenê ya Kurdan e di heman demê de ya hemû gelên bindest, etnîk û baweriyên nikarin xwe îfade bike ye. Di vê mijarê de weha hat gotin:

“Tevgera Azadiyê ya Kurd, Tevgera Azadiyê ya hemû bindestan e. Di heman demê de tevgera Suryaniyan, Ermeniyan e. Êzidiyên ku mîrateya me ya dîrokê ye, ji xwe parçeyekî girîng ê tevgerê ye. Eleqeya Rêber Apo ya ji bo Êzidiyan gelek e. Ji bo baweriya wan bi awayekî azad bijî, gelekî hesas e. Em bang li Suryaniyan, Ermeniyan, Yahûdiyan û Ruman dikin ku li gel têkoşîna azadiyê cih bigirin. Kurdistan ji xwe welatê hevpar ên civakên olî û etnîkî yên Ermenî, Suryanî, Ereb, Tirkmen û gelekî din e.

Kurdistan navê hevpar ê netewa demokratîk a hemû civakan e. Li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê, em bang li herkesî dikin ku bi biratî bijîn û di nava têkoşîna demokrasiyê de cih bigirin."

Piştî pêvajoya gotûbêjan a 6 rojan, li ser navê rêveberiya nû Cemîl Bayik axaftina girtinê kir û axaftina wî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" li ser lingan hat pêşwazîkrin. Civata Giştî, piştî axaftinan bi govenda delegeyan bi dawî bû.