Şirnexî wê li dijî narkotîkê bimeşin
Şirnexî wê li dijî narkotîkê bimeşin
Şirnexî wê li dijî narkotîkê bimeşin
Rexistina BDP'ê ya Şirnexê, wê li dijî bûyerên narkotîk, fûhûş û diziyê yên di demên dawî de li bajêr rû didin, sibê saet di 16.00'an de ber bi Qada Cûmhûriyetê meşeke girseyî lidar bixe.
Rêxistina BDP'ê ya bajarê Şirnexê, ji bo balê bikşîne ser bûyerên narkotîk, fûhûş û diziyê yên di demên dawî de li bajêr zêde bûne, li Salona Civînê ya Şaredariya Şirnexê civînek bi beşdariyeke girseyî lidar xist. Hevserokê BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar di civînê de axivî û diyar kir ku di vê pêvajoya çareseriya demokratîk de dewlet ji bo têkiliya ciwanan bi civakê re bibire, serî li rê û rêbazên nû dide.
Katar, zêdebûna bûyerên narkotîk, fûhûş û diziyê yên li bajêr bibîr xist û got, "ev rewşa neyînî bêguman perçeyek ji siyaseta perçekirina me ye. Divê em jî weke welatiyên Şirnexê ji vê rewşê re bêjîn bes e û xwedî li ciwanên xwe derkevin."
Dûre Şêx Ubeydûllah Kûtlû mafê axaftinê wergirt û got, "Hêzên ku ji dema Şêx Seîd û vir ve nekarî vî gelî bi kuştin, girtin û komkuiyan tine bike, niha jî hewl dide bi narkotîk, fûhûş û diziyê, ciwan û gelê me ji têkoşîna azadiyê dûr bixînin. Divê em jî weke gelê Kurd li dijî vê derkevin û xwedî li ciwanên xwe derkevin."
Di civînê de biryar hat dayîn, ku sibê saet di 16.00'an de ji ber avahiya BDP'ê ya Bajêr ber bi Qada Cûmhûriyetê meşeke girseyî were lidarxistin.