Şîrketek Tirkî 6 mehe pereyê karkeran nade

Şîrketek Tirkî 6 mehe pereyê karkeran nade

Şîrketa Tirkî ya binavê Usaş ku li Başûrê Kurdistanê karê rêyan dike 6 mehe pereyê karkeran nade.

Şîrketa Usaş ya Tirkî ku cot rêya dinavbera Çarqurne û heta Dokanê de girtiye li ser xwe, karkerên ku ev şeş mehin têde kar dikin pereyê wan nadin. Ji ber vê çendê duh nêzîkî 200 karkerên ku di vê şîrketê de kardikin li qezaya Ranya li ber qeymeqamtiyê xwepêşandan kirin.

Karkeran diyarkir ku, ji beriya niha wana li ser vê pirsgirêkê serdana asayîşa Çarqurneyê kirine û gotin, asayişê ji me re gotiye em dê hewl bidin ku vê pirsgirêka we çareser bikin, lê ev demeke dirêje ku ev pirsgirêk nehatye çareser kirin. Karkeran anî ziman ku, “Ji ber wê jî me duh pêwîstî pê dît ku em li vê derê xwepêşandanek pêkbînin û heta daxwazên me ji aliyê peywendîdaran ve bê çareserkirin dê xwepêşandanên xwe bidomînin.

Hêjayî gotinêye ku, karkerên di vê şîrketê de kardikin hemû xelkê Başûrê Kurdistanê ne û hinek ji wan ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne.

Karker daxwaz ji aliyên peywendîdar bitaybet, jî daxwaz ji Hukumeta herêma Başûrê Kurdistanê dikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.