‘Sirgûnên girtiyan rê li ber trajediya mirovahiyê vedikin’
‘Sirgûnên girtiyan rê li ber trajediya mirovahiyê vedikin’
‘Sirgûnên girtiyan rê li ber trajediya mirovahiyê vedikin’
Sirgûnên ji girtîgehên li Kurdistanê bo girtîgehên Alîaga Şakran, Tekîrdag û bajarên din ên Tirkiyê, rê li ber binpêkirinên nû yên mafên mirovan û kiryarên li derveyî mirovahiyê vedikin. Ev rewş di heman demê de rê li ber fikaran vedike ku hikûmet girtîgehên li Kurdistanê ji bo operasyonên nû yên girtinê vala dike.
Rêveberê ÎHD Şaxê Mêrdînê Parêzer Huseyîn Cangir, sirgûnên meha dawî yên ji girtîgehên Mêrdîn, Sêrt û Êlihê nirxand û diyar kir ku ki dû her sirgûna ji girtîgehên li Kurdistanê operasyonên girtinê hatine kirin. Cangîr got, "Dîsa bi awayekî li derveyî hiqûqê sirgûn tên kirin. Ev sirgûn, li gel zexta li girtî û malbatên girtiyan, dibe ku amadekariya pêleke nû ya girtinan be."
Rêveberê TUHAD-DER Şaxê Mêrdînê Orhan Ablak jî da xuyakirin ku di demên dawî de li girtîgehên li Kurdistanê zexta poşmaniyê li ser girtiyan hatiye zêdekirin û destnîşan kir ku yek ji armanca van sirgûnkirinan, encamgirtina ji zexta poşmaniyê ye. Ablak ragihand ku di nava girtiyên hatine sirgûnkirin de yên nexweş û xwedî rapora "nikare rêwîtiyê " hene û got, "Dewletê bi her awayî hiqûq û mafên mirovan binpê kiriye û ev girtiyên nexweş sirgûn kiriye."
‘BI SIRGÛNAN RE HATIYE XWESTIN TÊKILIYA GIRTIYAN BI CIVAKÊ RE WERE QUTKIRIN’
Rêveberê ÎHD'ê Şaxê Mêrdînê Prz. Huseyîn Cangîr diyar kir ku di meha dawî de weke polîtîkayeke dewletê ji girtîgehên Mêrdîn, Sêrt û Êlihê bi dehan girtî hatine sirgûnkirin û got, "Hikûmet dibêje, ji ber di girtîgehan de cih nîne sirgûn tên kirin. Lê belê sedema bingehîn a sirgûnan ne ev e. Bi sirgûnan re hatiye xwestin, têkiliya girtiyan bi malbatan re bê birîn, bi zexta manewî re bê kesayet bên hiştin û têkiliya wan a bi civakê re were qutkirin."
‘TÊ XWESTIN ALÎKARIYA HIQÛQÎ BÊ ASTENGKIRIN”
Cangîr anî ziman ku piraniya malbatên zarokên wan hatine sirgûnkirin xwedî derfetên madî yên çûyîna serdanê nînin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li girtîgehên li Kurdistanê, li dijî binpêkirina mafan civak, malbat û alîkariya parêzeran dikevin navberê. Armanceke din a sirgûnan jî ev e. Girtî li girtîgehên lê hatine sirgûnkirin, li dijî hemû binpêkirinên mafan ji alîkariya civakê, malbat û parêzeran bêpar tên hiştin. Sirgûn hem ji bo malbatan hem jî ji bo girtiyan rê li ber trajediya mirovahiyê vedikin."
GELO AMADEKARIYA OPERASYONEKE NÛ YE?
Parêzer Cangîr diyar kir ku sirgûnên tên jiyîn, sirgûnên beriya operasyonên KCK'ê yên sala 2009'an tîne bîra mirovan û got, "Kengî li girtîgehên li Kurdistanê sirgûnek bê jiyîn, heman piştî wê operasyoneke berfireh a girtinê pêk tê. Sirgûnên di demên dawî de pêk hatin, li gel me rê li ber fikaran vekir ku gelo amadekariya operasyoneke nû tê kirin."
‘ZEXTÊN LI GIRTIYÊN MAYÎ GIRANTIR BÛN”
Parêzer Cangîr da xuyakirin ku li dû sirgûnan zext û pêkanînên kêfî yên li girtiyên mayî girantir bûye û binpêkirinên mafan ên piştî sirgûnê hatin jiyîn wiha rêz kir: "Lêgerîn, di bin navê "lêgerîna zirav" de destdirêjî, li derveyî daxwazê guhertina koxûşan, bicihneanîna daxwaznameyan, lêpirsînên dîsîplînê yên ji ber dayîna daxwaznameyan, zêdebûna pirsgirêkên li qadên hevpar, di bin navê lêgerînê de serdegirtinên bi şev, di dema birina nexweşxaneyê de dernexistina kelepçeyê."
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ JÎ HATIN SIRGÛNKIRIN’
Alîkarê Serokê TUHAD-DER Şaxê Mêrdînê Orhan Ablak jî da zanîn ku girtiyên nexweş jî hatine sirgûnkirin û ev yek pêkanînek li derveyî hiqûqê ye. Ablak got, "Orhan Çetedîr ê hestiyê çenga wî nîne û bi şilavî xwarinê dixwe û endamê Koma Aştiyê Huseyîn Îpek ê ji ber felca rû li laşê wî belav bû û tevî ku rapora 'nikare rêwîstiyê bike' jê re hatiye dayîn jî, bi sedan kîlometre tên rêkirin û bi vî rengî pêşî li mirinê vedikin."
POŞMANÎ LI GIRTIYAN TÊ FERZKIRIN
Orhan Ablak diyar kir ku pêwendiya sirgûnên demên dawî bi zexta poşmaniyê ya dema dawî heye û got, "Ji bo girtiyên ku di zext û ferza poşmaniya li wan hat ferzkirin qebûl nekirin, bi van sirgûnan re xwestin serî li wan bitewînin û teslîm bigirin."
Ablak anî ziman ku ew xwe amade dikin di rojên pêş de li pêşiya girtîgiha Mêrdînê hem li dijî binpêkirina mafan û hem jî ji bo protestokirina sirgûnan çalakiyê lidar bixin. Ablak got, “gelê me û malbatên girtiyan divê van pêkanîna qebûl nekin. Ji bo em vê xeleka zext û binpêkirina mafan bişkînin, divê em bi hev re têbikoşin."