Sîmulasyona Marsê ya li girava Hawaîî di 28'ê Tebaxê de destpê dike
Ji bo fîzîknas û astronotên ji bo ceribandinê li stasyona sîmulasyona Marsê ya li girava Hawaîî salekê bijîn, demeke kurt ma.

Li gorî nûçeya televîzyona NTV, fîzîknasa Elman Chrîstîane Heînîcke û 5 beşdarên din wê salekê li stasyoneke Marsê ya hatiye sîmulekirin, bijîn. Ceribandin wê di 28'ê Tebaxê de destpê bike û kincên li gorî mercên fezayê ji aliyê beşdaran ve bên bikaranîn.
Ji bo vê ezmûna li quntarê volkana Maûna Loa ya li girava Hawaîî ji aliyê NASA ve hat avakirin, navê 'Hawaii Space Exploration Analog and Simulation' (HI-SEAS) hat lêkirin. Tevî NASA, Zanîngeha Hawaîî tevkariyê li projeyê dike.
Di çarçoveya ezmûnê de wê fîzîknas û astronot, di nava stasyona Marsê ya hatiye sîmulekirin de, ji cîhanê qutbûyî, bijîn. Ev kes, wê bi kincên li gorî mercen fezayê tevbigerin.
Li nava maşîna fezayî ya li stasyona Marsê ya li Hawaîî, par 6 kes bi qasî 8 mehan jiyabûn. Bi vê ceribandinê re, beriya projeya şandina mirovan ji bo Marsê ku heta salên 2025-2030 pêkan nayê dîtin, tê xwestin ku bandora psîkolojîk û jiyana li gerstêrka sor were dîtin.