Şîdeta li hemberî hawirdorparêzan zêde bû
Li gorî daneyên dawî yên Global Wîtness ku rêxistineke civakî ya sivîl a navneteweyî ye, di sala 2014'an de mirina aktîvîstên hawirdorparêziyê, bi rêjeya ji sedî 20'an zêde bûye.

Li gorî rapora Global Wîtnessê, di sala 2014'an de 116 hawirdorparêzan jiyana xwe ji dest dane. Ji van 29 ji Brezîlyayê, 15 ji Kolombiyayê û 15 jî ji Fîlîpînê bûn.
Ev hejmar, piştî sala 2002'an ku 111 hawirdorparêzan jiyana xwe ji dest dan, hejmara herî zêde ye.
Aktîvîst dema li dijî berjewendiyên dewletê yan jî sektora taybet derdikevin, li zext, tacîz û gefan rast tên.
Global Wîtnessê ragihand ku welatê herî xetere ji bo hawirdorparêzan Hondûras e. Sedema vê yekê jî, tevî qanûnên zextdar, bê ceza hiştina tacîzên li hemberî hawirdorparêzan e.
Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku ji sedî 40 ê mirovên jiyana xwe ji dest dane, ji gelên xwecihî yên hewl didan axa xwe biparêzin, pêk tê.
Di Îlona par de çar lîderên kabîle yên Perûyî, ji bo tevlî hevdîtinên ji bo sekinandina birîna daran a bê qanûnî bibin, ketibûn ser rê lê belê ji aliyê kesên nasname ne diyar ve hatibûn kuştin.
Hawirdorparêz, bi giranî di çarçoveya qanûnên antî terorê yên dewletan de weke mirovên xebatên terorê meşandine, tên darizandin.
Global Wîtnessê bang li dewlet û rêxistinên navneteweyî kir ku li hemberî gefên hawirdorparêz lê rast tên, bi lezgînî tedbîran werbigirin.