Sibe cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ugurlar li Nisêbînê tê oxirkirin
Sibe cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ugurlar li Nisêbînê tê oxirkirin
Sibe cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ugurlar li Nisêbînê tê oxirkirin
Dê sibe cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ehmed Ugurlar li Nisêbînê bispêrin axê.
Li “Şehîdgeha Egid Suruç” li Çiyayê Bagokê yê girêdayî naçeya Mêrdînê Nisêbînê ku 43 cenazeyên gerîla têde ye di 1’ê Îlonê de ji aliyê leşkeran ve hatibû xirabkirin. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ehmed Ugurlar şandibûn Tiba Edlî ya Stenbolê. Ehmed Ugurlar di sala 2010’an de li Çiyayê Bagokê di şerekê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê Ugurlar ji aliyê malbatê ve ji Saziya Edlî ya Stenbolê hat wergirtin. Cenazeyê Ugurlar dê sibe ji bo definkirinê li derdora demjimêr 11:00’an de bînin Nisêbînê.