Seyîd Riza li cihê lê hat darvekirin hat bibîranîn
Seyîd Riza li cihê lê hat darvekirin hat bibîranîn
Seyîd Riza li cihê lê hat darvekirin hat bibîranîn
Endam û aktîvîstên Kongreya Demokratîk Gelan (HDK), li Qada Genim a ku Seyîd Riza û hevalên wî di 15'ê Mijdara 1937'an de hatin darvekirin, bi çalakiyekê bibîr anîn.
76 sal berê li Qada Genim a Xerpêtê Seyîd Riza û hevalên xwe di 15'ê Mijdara 1937'an de hatin darvekirin. Endam û aktîvîstên Kongreya Demokratîk Gelan (HDK), li Qada Genim ji bo Seyîd Riza û hevalên wî bibîr bînin çalakiyek pêk anîn. Li ser navê HDK'ê Derya Kocagil daxuyanî da û diyar kir ku, van bûyer û komkujiyan di hişê gelan de deqên reş ava kirine. Kocagil destnîşan kir ku, yek ji van birînên reş û kûr ên ku neyên ji bîrkirin 76 sal berê li Qada Genim darvekirina Seyîd Rıza û hevalên wî bû û wiha got: "Divê ev hişmendî bê mehkûmkirin û kujer bên darizandin. Divê hesab ji vê yekê bê pirsîn û ronî bibe."
Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî anî ziman ku, 76 sal berê Seyîd Riza û hevalên wî hatin darvekirin û wiha got: "Kesên Seyîd Riza û hezaran hevalên wî û niha komkujiya Roboskiyê ku 34 welatiyên sivîl qetil kirin heman hişmendî ye.
Piştî axaftinê li ser jiyana Seyîd Riza panel hat lidarxistin. Di panelê de neviyê Seyîd Riza, nivîskar Metin Aktaş û gelek kesên din amade bûn.