Seydayê Kurd Hesen Ekmez çû ser dilovaniya xwe
Seydayê Kurd Hesen Ekmez çû ser dilovaniya xwe
Seydayê Kurd Hesen Ekmez çû ser dilovaniya xwe
Li bajarê Elmanya Bremenê, Seydayê Mizgefta Seîdê Kurdî Hesen Ekmez, ji ber krîza dil çû ser dilovaniya xwe.
Seyda Hesen Ekmez ê 35 salî ku demeke dirêj meleyê Mizgefta Seîdê Kurdî ya li Bremenê bû, li mala xwe ya li Herne krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Kurdên li bajarê Bremenê dijîn, ji ber Seydayê xwe wenda kirin, di şînê de ne. Seyda Hesen Ekmez ku mezûnê Îlahiyatê bû, di heman demê de li zanîngeheke li Elmanyayê perwerdeya xwe dewam dikir. Ekmez ê ji navçeya Amed Bismilê, zewicî û bavê du zarokan bû.
Serokê Mizgefta Seîdê Kurdî ya li Bremenê Muhîttîn Boztîmûr da xuyakirin ku wendakirina Seyda Hesen Ekmez ew xistine nava şînê û got, "Ew fedekar û dilsozê ola xwe bû. Ji bo ola Îslamê û Kurdayetiyê, armancên wî hebûn. Ev armancên xwe nîvco hişt û ji nava me koç kir. Bila serê malbat û gelê me sax be."
Serxweşiya Seyda Hesen Ekmez, wê ji îro û pê ve li mizgefta Kurd a li Essenê bê kirin.