Şêx Şûş beşdarî kampanyaya 'Ji Ocalan re Azadî' bû
Şêx Şûş beşdarî kampanyaya 'Ji Ocalan re Azadî' bû
Şêx Şûş beşdarî kampanyaya 'Ji Ocalan re Azadî' bû
Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan berdewam dike. Li navçeya Diyana ya Hewlêrê oldarê navdar Şêx Şûş jî kampanyaya azadiya Ocalan îmze kir.
Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ku di 1'ê gulana 2013'an de li Herêma Kurdistanê ku bi armanca komkirina milyonek îmze hatibû destpêkirin her ku diçe belav dibe. Şêx Şûşê kurê Şêx Daro neviyê Mela Seyîd Taha Nehrî ku di dîroka Kurdistanê de xwedî ked û xebatek berbiçav e ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî beşdarî kampanyayê bû û îmze kir. Şêş Şûş, derbarê kampanyayê û yeketiya neteweyi de axivî û wiha got: "Êdî dema yekîtiya Kurdan hatiye. Divê hemû Kurd ji bo azadiya Rêber Apo û serxistina vê pêvajoya siyasî ya ku li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Rêber Ocalan ve hatiye destpêkirin îmze bike."