Şervnên HPG’ê û YPG’ê bi hev re dê bispêrin axê

Şervnên HPG’ê û YPG’ê bi hev re dê bispêrin axê

Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbesiyê bang li welatiyan kir ku bi girseyî tevlî mersîma spartina axê ya gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Hozan Ezîz û şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mihemed Yûnis bibin.

Saziya Malbatên Şehîdan diyar kir ku dê îro di 10:30'an de li ber  navenda tenduristiyê ya bajarê Amûdê ku cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Yûnis li wir e werin cem hev û saet di11:00'an de ber bi bajarê Dirbêsiyê ve biçin.

Li Dirbêsiyê her  du  cenaze li nava bajêr werin gerandin û merasîm were lidarxistin. Piştre jî wê ji aliya girseyê ber bi goristana Şehîd Rustem Cudî ya gundê Berkeverî ve were oxirkirin û li wir were definkirin.

Gêrilayê HPG’ê Hozan Ezîz bi nasnav Sîdar Rîbaz di 7'ê Çile 2013'an de di pevçûnên di navbera artêşa tirkan û HPG’ê ya li herêma Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da.

Şervanê YPG’ê MihemedYûnis bi nasnav Cûdî Til temir duh li Til Temir di pevçûnên navbera Komên çete û YPG’ê de jiyan xwe ji dest da.