Şervanên YPG’ê Xelîl û Nûh li Pirsûsê spartin axê

Şervanên YPG’ê Xelîl û Nûh li Pirsûsê spartin axê

Şervanên YPG’ê Ehmed Mustefa Xelîl (46) û Ehmed Nûh (Mustefa Elî) ên ku di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, li Pirsûsê ji aliyê bi sedan kesî ve ber bi rêwîtiya bêdawî ve hatin birêkirin.

Piştî cenazeyên şervanên YPG’ê Ehmed Mustefa Xelîl û Ehmed Nûh (Mustefa Elî) yên ku di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin wergirtin, ji aliyê bi sedan kesî ve li Goristana Şaredariya Pirsûsê spartin axê. Di merasîmê de alên YDG-H'ê hatin vekirin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “YPG tolhildan”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.

Cenazeyên Xelîl û Nûh piştî wecîbeyên olî spartin axê. Ji rêveberên MEYADER’ê Medenî Aktar, Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî, Parlamenterên HDP’ê Ayla Akat Ata, Îbrahîm Bînîcî, endamê Meclîsa Partiyê (MP)’ya HDP’ê Mehmet Doymaz û endama Desteya Îcrayê ya KCD’ê Feleknas Ûca ji gelê Kurd re sersaxî xwestin û gotin : “Me ev nemir ne li axa xwe, me ev bi germahiya rojê di dilê xwe de veşartin.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşê Efendî jî diyar kir ku tu ferq di navbera gelên Kurd, Ereb, Tirk û Tirkmenan de tune ne û got: “Xwîna şehîdên wan bi ya şehîdên me re herikîn. Îro li Kobanê Kurd, Tirk, Ereb, Tirkmen û Laz berxwedaneke mezin dimeşînin.” Efendî diyar kir ku piştî ku şer bi dawî bibe gelek tiştên ku divê bêne kirin hene. Efendî bi taybet bang li ciwanan kir û xwest ku YPG û YPJ’ê bi tenê nehêlin û tevlî seferberiyê bibin.

Merasîma cenaze bi rêzgirtina ji bo kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, bi dawî bû.