Şervanên YPG’ê li Londonê hatin bîranîn

Şervanên YPG’ê li Londonê hatin bîranîn

Li Londrayê “Şehîdên Kurdistana Rojava” hatin bîranîn. Li semta Harrîngey a li herêma Bakurê paxtexta Îngilîstanê Londonê  li Navenda  Civaka Kurd  jî bo şervanên YPG’ê yên li Rojavayê Kurdistanê , Efrînê di şerên li hemberî komên çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke biranînê hat lidarxistin.

Merasîm, roja şemiyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan dest pê kir. Nûnerê Îngilîstanê yê PYD’ê Dr. Ehmed Şemo û Nûnerê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê yê Îngilîstanê Cîwan Efrîn û kurapê Meryem Muhemmed a Endama Konseya Leşkerî ya YPG’ê û yekemîn şervana ku li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe jî dest da axivîn. 

Nûnerê PYD’ê yê Îngilîstanê Dr. Ehmed Şemo di axaftina xwe de wiha got, “Ên ku hiştin em bigihêjin van rojan şehîdên me ne. Em deyndarên şehîdên xwe ne. Îro bi saya hebûn, berxwedan û têkoşîna YPG’ê di nav de DYA, Rûsya û gelek dewletên din jî ku hene, Kurdan muxatab digirin û dixwazin bi me re biaxivin.”

Nûnerê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê yê Îngilîstanê Ciwan Efrîn jî di axaftina xwe ya merasîmê de got ku têkoşîna azadiyê li her parçeyên Kurdistan pêş dikeve û bal kişand ser şoreş û rola jinê ya di nav têkoşînê de. Efrîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jina Kurd bi saya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihiştiye vê astê. Divê her kes vê zanibe: Eger em bi hezaran şehîd bidin jî tu kes û tu hêz nikare me ji rêya me vegerîne.” 
Kurapê, Endama Konseya Leşkerî ya YPG’ê Meryem Muhammed jî nêrînên xwe anîn ziman û got ku ew bi têkoşîna Meryem serbilind in. 

Merasîm piştî ku beşdaran nêrîn û nirxandinên xwe anîn ziman bi dawî bû.