Şervanên YPG’ê ber bi Goristana Şehîd Refîq ve hatin oxirkirin

Şervanên YPG’ê ber bi Goristana Şehîd Refîq ve hatin oxirkirin

Cenazeyên her du şervanên YPG’ê Egîd Îsmet û Mihemed Şahîn ku di êrîşa komên Çekdar a li ser benda kontrolê ya gundê Xezawiya Şêrewa Efrînê de jiyana xwe jidest dan têne oxirkirin.

Bi hezaran kes ji Efrîn, gund û navçeyên wê li ber Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê jib o wergirtina cenazeyên şervanên YPG’ê Egîd Îsmet û Mihemed Şahîn kom bûne.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Egîd Îsmet û Mihemed Şahîn ji aliyê girseya qelebalix ve ji nexweşxaneyê hatin wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Refîq a Navçeya Şera ya Efrînê ku dê li wir werin defin kirin, hate rêkirin.

Li Efrîn û navçeyên wê jiyan rawestiya û hemû esnafan dikanên xwe girtin û welatî bi girseyî tevlî merasîma oxirkirina şervanên YPG’ê Egîd Îsmet û Mihemed Şahîn bûn.