Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Şervanên Kurd li Amed û Şirnexê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin

Şervanên Kurd li Amed û Şirnexê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin

Kobanê 3 şervanên YPG û YPJ’ê yên di erîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê deh hezaran ve spartin axê.Konê sersaxiyê yê ji bo gerîlaya YJA-Starê Leyla Bîşkîn (Jiyanda Xelat) a li Şengalê di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate ziyaretkirin.
Şervanên YPG û YPJ’ê Sertîp Çelîk (Berxwedan Amed), Aydin Îbrahîmoglu (Çekdar Amed) û Jiyan Zengeralp (Zîn Gulbahar) ên li Kobanê di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji des dan îro hatin definkirin. Ji bo cenazeyên ku anîbûn Amedê bi hezaran kes li Goristana Yenîkoyê kom bûn û girseyê ji bo Sertîp Çelîk (Berxwedan Amed) li goristanê merasîm hate lidarxistin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevserokên MEYADER’ê Leyla Ayaz û Hasan Oruç, Parlamentera HDP’ê Nursel Aydogan û rêveberên DBP’ê jî tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de alên HPG û KCK’ê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedanê YPG-YPJ" û “Kurdistan dê ji DIŞ’ê re bibe goristan” hatin gotin. Piştî wecîbeyên olî hatin bicihanîn cenazeyê Çelîk bi dûayan hate definkirin. Li ser gora Çelîk ji bo kesên di têkoşîna demokarsî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin.
Hevseroka MEYADER’ê Leyla Ayaz li vê derê axivî û ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdan de jiyana xwe ji dest dane ,ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û wiha axivî: “Îro têkoşîna azadiya Kurdan careke din biblind bûye û şehîdên me ji bo 4 parçeyên Kurdistanê sekneke bi rûmet şehîd bûne. Em careke din li hemberî wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin didin.”

Parlamentera HDP’ê Nursel Aydogan jî diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de hate îlankirin hikûmeta AKP’ê bi hevkariya En Nusra û El Qaîdeyê kete nava hewldana têkbirina şoreşa azadiyê ya Rojava, piştre jî bi DAIŞ’ê re dest bi êrîşan kir. Aydogan bilêv kir ku gelê Kurd êrîş pûç kiriye û wiha berdewam kir: “Îro em wekî Amedê 3 şoreşgerên ku li Kobaneyê dilê Rojava ye jiyana xwe ji dest dane rêwî dikin. Êşa me pir kur e ez ji bo Amedê û gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim.”

Apê Sertîp Çelîk, Zubeyîr Çelîk jî di axaftina xwe de got ku Sertîp û hevalên wî xwedî li berxwedana Rojava derketine û jiyana xwe ji dest daneb Çelîk wiha got: “Em soza berdewamkirina yên ku ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane bidomînin didin.” Piştî ku cenazeyê Çelîk hate definkirin girse vê carê cenazeyên Jiyan Zengeralpê ku li gundê Mezrîka Rezan û Aydin Îbrahîmoglu yê li gundê Cankataranê ya Peyasê bê definkirin ji morgê wergirtin bi konvoyan ber bi gundan derketin rê.

CENAZEYÊ ZENGERALP CARA DAWÎ BIRIN MALÊ JÊ DAYIK BÛYE

Cenazeyê Zengeralp a YPJ’ê li gundê Mezrîkê anîn mala jê dayik bûye. Li vir cenaze bi dirûşmên "Bijî berxwedana YPJ", "Şehîd namirin", li ser milên jinan birin goristana gund û li vir hate definkirin. Li ser gora Zengeralp rêz hate girtin û sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Bavê Zengeralp, Hasan Zengeralp li vir axivî û wiha got: “Em ser bilind in. Jiyan şehîda me ya yekem nîn e, dê ne ya dawî jî be. Şehîd, şehîda me hemûyan e, bila serê hemû Kurdistanê sax be.”

Piştî merasîmê ji bo Zengeralp li gund konê sersaxiyê hate vekirin.

Cenazeyê Aydin Îbrahîmoglu yê YPG’î jî li gundê Cankataranê ya Peyasê bi dirûşmên “şehîd namirin” hate definkirin. Piştî merasîmê Hevşaredarê Peyasê M. Alî Aydin axivî û wiha got: “Îro li Kobanê gelê Kurd bi berxwedaneke dîrokî şerê man û nemanê dide. Azadiya gelê Kurd dê li Kobanê bi pêxistina agirê azadiyê pêk bê ji ber vê yekê divê hemû gelê mu li dijî çeteyên DAIŞ’ê û şirîkê wî hikûmeta AKP’ê têbikoşin.”

Piştî axaftinan girse ji goristanê veqetiya û çûn konê sersaxiyê ya hatiye vekirin. Malbata Îbrahîmoglu li gund serdanên sersaxiyê qebûl kirin.

ŞIRNEX

Li Hezexa Şirnexê bi hezaran welatî çûn serdana malbata gerîlaya YJA Starê Leyla Bîşkîn (Jiyanda Xelat) ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Girseya di ketina Hezexê de gihîştin hev bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te erdê namîne","Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" heta konê sersaxiyê meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Bîşkîn hilgirtin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan di serdanê de axivî û got ku gelê Kurd bi can û malê xwe welatê xwe diparêzin.
Hevserokê Şaxa MEYA-DER'a Cizîrê Mele Kasim Yîgît jî axivî û anî ziman ku Kurd li ser welatê xwe destanê dinivîsînin û wiha got: "Şehîdên gelê Kurd têkoşîna parastina rûmet û hebûna Kurdan dimeşînin. Divê em li şehîdên xwe xwedî derkevin."
Dayika şervana Kurd Safiye Bîşkîn jî hemû kesên ku tevlî berxwedanê bûne silav kir û ev tişt anî ziman: "Keça min çû çiyayên azad û li Şengalê şehîd ket. Em bi wê serbilind in û ew şehîda hemû Kurdan e."
Piştî xwendina duayan girse ji konê sersaxiyê veqetiya. Konê sersaxiyê hê jî vekiriye.