Şervanekê YPG᾿ê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe jidest da
Şervanekê YPG᾿ê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe jidest da
Şervanekê YPG᾿ê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe jidest da
Duh li navçeya Cindirêsê di encama qezayek ya trafîkê de şervanekê YPG’ê jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku, cenazeyê şervanê YPG’ê dê îro li Cindirêsê bispêrin axê.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanê YPG᾿ê Birahîm Mehemed Resolo (Çiya) jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, duh di saetên êvarê de wesayîteke girdayî YPG᾿ê dema ji Helebê vedigeriya Efrînê, li çerxeriya Keferdele ya jêr a girêdayî navçeya Cindêris a Efrînê qeza kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama qezayê de fermandarê yekîneya YPG᾿ê Brahîm Mihemed Resolo yê bi nasnav Çiya jiyana xwe jidest daye û 2 şervan jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Mehemed Resolo ji gundê Keferdeleya Jêr a Cindirêsê ye û di sala 2011᾿an de tevlî refên YPG᾿ê bûye.
Li aliyê din Saziya Malbatên Şehîdan ragihandin ku, wê cenazeyê Mehemed Resolo îro li Goristana Şehîd Seydo ya li Navçeya Cindêrisê bê definkirin û banga tevlîbûna merasimê li welatiyan kir. Li gorî daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan merasim wê saet di 16.00’an de li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan destpê bike.