Şervanek yê YPG'ê jiyana xwe ji dest da

Şervanek yê YPG'ê jiyana xwe ji dest da

Şervanê YPG’ê Mistefa Ebdo Ebdo ku di pevçûnên li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê birîndar bibû, jiyana xwe jidest da.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku, şervanê YPG’ê Mistefa Ebdo Ebdo ku 2 hefte beriya niha di pevçûnên li Şêxmeqsûd de birîndar bibû, jiyana xwe jidest daye. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê, Mistefa Ebdo di pevçûnên di navbera YPG’ê û hêzên rejîma Baas de birîndar bibû û li Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê dihat dermankirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li rexmî hemû hewldanên bijîşkan şervanê YPG’ê Ebdo piştî 14 rojan jiyana xwe jidest daye.

Mistefa Ebdo Ebdo di sala 1983’yan li Gundê Çolaqa ya Navçeya Şiyê ya Efrînê jidayik bibû û 3 zarokên wî hene.

Cenazeyê Şervanê YPG’ê Mistefa Ebdo Ebdo wê sibe di demjimêr 09.00’an de ji Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê bê wergirtin û li Goristana Şehîd Seydo ya li Gundê Qaziqle yê Efrînê were definkirin.