Şervanê YPG’ê Topçu ji aliyê dehhezaran ve hate birêkirin

Cenazeyên şervanê YPG’ê Sedat Topçu (Seyidxanê Mûşê) li gundê Sultanli yê navçeya Kopê ya Mûşê bi beşdariya 10 hezaran kesî ve hate birêkirin. Bavê Şervanê YGP’ê Topçû Alî Topçu axivî û got ku dema kurê wan li Kobanê şer dikirin, ew jî li Pirsûsê li ser sînorê Kobanê bûn.

Topçu got: “Ez cara dawî bi kurê xwe re axivîm. Ji min re got ku li vir kolanek heye, piştî ku me ev der paqij kir, tu dikarî bê vê derê. Me nakarî biçin, lê me şehadeta wî bihîst û me anî. Rêxistina wehşî ya bi navê DAIŞ’ê, bila baş bizane ku Kurdên ku li her çar parçeyan dibin yek wê destûr nedin ku DAIŞ li Kobanê bimîne.”

Malbata Şervanê YPG’ê Sedat Topçu (Seyidxan Mûş) ê ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê kurê xwe ji Riha girtin û anîn Amedê. Piştî wecîbeyên olî ber bi gundê Sultanli yê navçeya Kop a Mûşê ve bi rê kirin. Cenaze li ser rêya Mûş û Bedlîsê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Piştre karwanê cenaze li bajaroka Lîzê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin û li wir jî ber bi Kopê ve hate birêkirin.

Bi hezaran kes li  navçeyê li benda pêşwazîkirina cenaze bûn, piştî ku cenaze hat, darbestê danîn ser milê xwe û ber bi navenda navçeyê ve meşiyan. Di meşa bi beşdariya ji 7 heta 70 saliyan pêk hat de alên PKK, YPG û KCK’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanê YGP’ê Topçû hatin hilgirtin û dirûşimên weke “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin, “Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne”, “YPG dimeşe erd û ezman diheje” hatin gotin. Piştre cenaze birin taxa Zafer a ku mala malbata Topçû lê ye.

Ji bo spartina axê, cenazeyê Topçu bi karwaneke ji sedan wesayitan pêk tê ber bi gund Sutanli ve hate birêkirin. Cenaze li gund bi dûrişimên “Bijî Berxwedana Kobanê” hate pêşwazîkirin. Darbesta şervanê Kurd Topçu ku bi rengên kesk, sor û zer û alên PKK’ê hatibû xemilandin, danîn ser milê xwe û ber bi goristana gund ve hate birêkirin.  Meş bi qasî sê kîlometreyan berdewam kir. Piştî spartina cenaze, li qada li gund sîrûda “Çerxa Şoreşê” hate gotin.

Li vir ji nunerên MEYADER’ê yê Mûşê Îrfan Kandmeîr axivî û diyar kir ku hin hêzên navneteweyî dixwazin li Rojhilata Navîn lîstokên qirêj bilîzin û dixwazin vîna gelan biçewisînin. Kandemîr da zanîn ku wê ewladên Kurdan van lîstokên qirêj vala derbixin.

Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî diyar kir ku Topçû bi tenê ji malê derketibû, lê îro bi hezaran Topçû vegeriyan û got ku gelê Kopê li rûmeta xwe xwedî derdikeve. Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî berxwedana şervanên HPG, YPG û YPJ’ê silav kir.,

Bavê Topçû Alî Topçu jî kesên ku beşdarî merasima cenaze bûne silav kir. Topçu got: “Ev 58 roj in zarokên me li Kobanê berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Me jî bi wan re nobetê digirt.  Ez cara dawî bi kurê xwe re axivîm. Ji min re got ku li vir kolanek heye, piştî ku me ev der paqij kir, tu dikarî bê vê derê. Me nakarî biçin, lê me şehadeta wî bihîst û me anî. Rêxistina wehşî ya bi navê DAIŞ’ê, bila baş bizane ku Kurdên ku li her çar parçeyan dibin yek wê destûr nedin ku DAIŞ li Kobanê bimîne.”

Piştî axaftinan girse çû konê ji bo sersaxiyê hatibû vedan û sersaxî ji malbatê xwestin. Hate ragihandin ku wê taziye sê rojan berdewam bike.

MÛŞ