Şervanê YPG’ê Mustefa li Pirsûsê hat defnkirin
Şervanê YPG’ê Mustefa li Pirsûsê hat defnkirin
Şervanê YPG’ê Mustefa li Pirsûsê hat defnkirin
Şervanê YPG'ê Ehmed Mustefa di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê şervanê YPG'ê Mustefa li Pirsûsê hat definkirin.
Şervanê YPG'ê Ehmed Mustefa di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de di roja 28'emîn a berxwedanê de birîndar bû û ji bo dermankirinê anîn Rihayê. Şervanê YPG'ê Mustefa tevî hemû hewldanan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiyê cenazeyê Mustefa ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hat wergirtin û ber bi Pirsûsê hat rêkirin. Cenazeyê Mustefa bi ala PKK'ê hatibû xemilandin birin goristanê. Di meşê de ji bilî ala YDG-H'ê rengên kesk, sor û zer û bênavber dirûşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin. Balkêş bû ku kalê temendirêj ê ku bi gopal cenazeyê Mustafa li ser milê xwe kir.
Piştî meşê girse nimêja cenazeyê kir û dawiyê hat definkirin. Piştî merasîma definkirinê deqeyek rêz girtin û sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. Nûnerê MEYA-DER'ê yê Amedê Medenî Aktar axaftinek kurt kir. Aktar diyar kir ku gelê kurd teqez dê bi ser bikeve û wiha axivî: "Rêhevalên me bi şev û roj li ber xwe didin. Ji ber vê yekê divê em li cihê xwe nesekinin. Her kes kar û barê dikeve ser milê wî pêk bîne."
Piştî axaftinê girse bi berzkirina dirûşma "Şehîd namirin" ji goristanê veqetiya.