Şervanê YPG'ê li Şamê hate bibîranîn

Şervanê YPG'ê li Şamê hate bibîranîn

Şervanê Yekîneyên Parastin Gel (YPG) Mezlûm Hecî Muhemed ku di pevçûnên li gundê Mezrea yê dikeve herêma Efrînê de jiyana xwe ji dest dabû, bi civîneke ku gelek kes beşdar bûn hate bibîranîn.

Civîn li Li taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dr. Mordem li ser geşedanên dawî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê axivî û berxwedana YPG’ê ya li seranserê Rojavayê Kurdistanê silav kir.

Mordem bal kişand ser pilanên li ser gelê Kurd, li hemberî van planan banga hişyariyê kir.

Di axaftina ku li ser navê malbata şervanê YPG'ê Mezlûm hate kirin de jî hate gotin ku ewê heta dawiyê rêya pakrewanan bişopînin.

Di civînê de li ser navê Meclîsa Gel a Zorava, Yekîtiya Star, Encumena Niştimaniya Kurd li taxa Zorava jî axaftin hatin kirin. Axaftvanan dan zanîn ku ew piştgiriyê didin YPG’ê û hemû kiryarên komên çete yên êrîşî herêma Efrînê dikin şermezar dikin.