Şervanê YPG’ê Cûdî ji aliyê hezaran hat defnkirin

Şervanê YPG’ê Cûdî ji aliyê hezaran hat defnkirin

Şervanê YPG'ê Orhan Sabuncu (Rustem Cûdî) di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Haydaroglu ya Eleşgirta Agiriyê spartin axê.

Şervanê YPG'ê Orhan Sabuncu (Rustem Cûdî) di nava berxwedana Kobanê di li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sabuncu ji hêla bi karwaneke bi sedan wesayîtan birin Eleşgirta Agiriyê. Cenazeyê Sabuncu ji vir birin gundê Haydaroglu û bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî berxwedana Kobanê" birin goristana gund.

Cenazeyê Sabuncu bi xwendina duayan defin kirin. Piştî merasîma spartina axê li ber xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" rêz ji bo şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê rêz hate girtin.

Rêveberê MEYA-DER'a Agiriyê Celal Îlboga di merasîmê de axivî û wiha got: "Berxwedana Kobanê bi serkeftinê bi encam bibe. Em li vir li hemberî hemû şehîdan bejna xwe ditewînin."

Girse bi dirûşman ji goristanê veqetiyan.